Li Frankfûrtê ji bo kampanyaya "100 hezar qert ji Îmraliyê re" kon hat vedan

Li qada qelebalix a Frankfûrtê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hatiye vedan.

Ji bo kampanyaya "Ji bo Îmraliyê 100 hezar qert” ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hat destpêkirin, standa agahdarkirinê hat vekirin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Frankfûrtê ve li Haûptwache Zeîl hat organîzekirin rastî eleqeyeke mezin hat.

Rêwiyan qertên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên şandin, îmze kirin.

Li standa hatiye vekirin de pergala qirkirina Îmraliyê ya 25 salan bi agahiyên yek bi yek hat ravekirin û eşkerekirin. Li konê agahdarkirinê banga meşa 17'ê Sibatê ya navenda Kolnê hat kirin.