Li Zanîngeha Uppsalayê wê Konferansa Kurd bê lidarxistin
Li bajarê Uppsala yê Swêdê bi sernavê “Tirkiye û Rastiya Nû ya Kurd: Pirsgirêk, Alternatîf û Çareserî” wê konferansek bê lidarxistin.
Li bajarê Uppsala yê Swêdê bi sernavê “Tirkiye û Rastiya Nû ya Kurd: Pirsgirêk, Alternatîf û Çareserî” wê konferansek bê lidarxistin.
10’ê Sibatê saet 13:00’an de li Zanîngeha Uppsala ku saziya perwerdehiyê ya herî kevn a Swêdê ye bi sernavê “Tirkiye û Rastiya Nû ya Kurd: Pirsgirêk, Alternatîf û Çareserî” wê konferansek bê lidarxistin. Konferans ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê ve bi piştgiriya ABF’yê ku yek ji saziyên çandî yên sereke yên Swêdê ye, tê organîzekirin.
Bernameya konferansa ku wê ji du rûniştinan pêk bê wiha ye:
Beşa yekem:
· Têkiliya Di Navbera Demokratîkbûna Tirkiyeyê û Pirsgirêka Kurd
Necmettîn Turk / Namzedê Doktorayê, Zanîngeha Hamburgê Beşa Erdnîgariya Siyasî
· Tecrîda Kategorîk û Rejîma Girava Îmraliyê
Cuneyt Canîş / Parêzerê Mafên Mirovan
· Wek Kevneşopiyek Stratejîk Polîtîkayên Girtina Partiyan ên Dewleta Tirk
Hevberdevka DEM Partiyê ya Ewropayê Eda Duzgun
· Li Kurdistanê Qirkirina Ekolojîk
Pinar Dînç / Akademisyena Zanîngeha Lundê
Beşa duyem:
· Çavkaniya Manîfestoya Jin Jiyan Azadî
Lena Wîlderbach / Endama Navenda Jîneolojiyê ya Ewropayê
· Krîmînalîzekirina Dîasporaya Kurd û Pêvajoya NATO’yê ya Swêdê
Mîran Kakaee / Parêzerê Koçberiyê
· Wekheviyên Kurdistan û Filistînê û Nêrîna Tirkiyeyê ya li Herêmê
Barzoo Ellîasî / Doçentê Civaknasiyê ya Zanîngeha Lînnaeusê
Navnîşan: Salona Konferansê ya Zanîngeha Uppsala SAL IV
Bîskopsgatan 3, 753 10, Uppsala