'Jinên ciwan pêşeng in'

Nûnera Komelên Jinên Ciwan (KJC) Armanc Jînda di Konferansa Ciwanên Cîhanê ya li Parîsê pêk hat de axivî û diyar kir ku jinên ciwan di têkoşîna azadiyê de bûne pêşeng.

Nûnera KJC'ê Armanc bi rêya lînka zindî xîtabî beşdarên konferansê kir û diyar kir ku ciwan hêza guherînê ne. Armanc destnîşan kir ku di pêvajoya ku tê de derbas dibin de pêwîstiya hemû gelan bi kesayetên azad heye. Armanc anî ziman ku ciwanên konferans li dar xistine jî pêşengiya vê rêwîtiya dîrokî ya azadiyê dikin.

Armanc spasiyên xwe ji bo kesên ku konferans diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine, kir û bal kişand ser fikir û ramanên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rêya azadiyê de bê çiqas bi qîmet in.

Armanc der barê azadiya jinê de nirxandinan kir û diyar kir ku têkoşîna li Kurdistanê ji bo jinan ezmûnek mezin bû. Armanc bal kişand ser artêşbûna jinê û pêkhateya wê ya îdeolojîk û daxuyand ku îdeolojî ji 5 prensîban weke “li ser axa xwe jiyîn, xwedî fikir û îrade bûyîn, rêxistinbûyîn, têkoşîn, exlaq û estetîk” pêk tên. Armanc anî ziman ku azadiya jinê bi van esasan ve girêdayî ye û got ku şoreşa sosyalîst bêyî azadiya jinê ne rast e.

Armanc bal kişand ser zîhniyeta 5 hezar salî ya serdest a mêr û destnîşan kir ku ferzkirina koletiyê rastî de ferzkirina li ser jiyanê ye. Armanc destnîşan kir ku divê jin bi van 5 prensîban vê zîhniyeta koledar a 5 hezar salan ji holê rakin û di bin nasnameya "jina azad" de ji bo xwe jiyaneke nû ava bikin. Armanc got ku jinên ciwan li vir xwedî roleke mezin in.

Armanc anî ziman ku  niha şerê azadiyê tê meşandin û di têkoşîna li ser van esasên bingehîn tê meşandin de girîngiya azadiya zîhniyeta jinê heye.

Armanc pirsa ku jin wê di vê têkoşîna azadiyê de jiyaneke çawa biafirîne kir, bal kişand ser du zayendên nava civakê û got ku pirsiyariya bê zilam wê çawa cih bigire kir û bi bîr xist ku bi "jina azad" re jiyan xweş e.

Nûnera KJC'ê diyar kir ku wê van tiştan li ser bingeha tecrubeyên neteweyî gotiye û diyar kir ku tenê jina azad dikare xizmeta şoreşa sosyalîst bike.