Medya Haber TV ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bernameyê çêdike
Medya Haber TV, ji bo mexdûrên erdhejê wê kampanyayê piştevaniyê bi rê ve bibe. Bi rêya weşana zindî wê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî were berhevkirin.
Medya Haber TV, ji bo mexdûrên erdhejê wê kampanyayê piştevaniyê bi rê ve bibe. Bi rêya weşana zindî wê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî were berhevkirin.
Medya Haber TV, wê ji bo mexdûrên erdhejê li ser weşana zindî kampanyaya bexşkirinê bi rê ve bibe.
Daxuyaniya ji aliyê Medya Haber TV’yê ve hat dayîn, wiha ye:
“Xebatkarên çapemeniya azad ku di nava xwe de alîkariyê berhev dikin, di çarçoveya kampanyayê de dest bi bernameyeke taybet kir. Îro, êvarê li gor Ewropayê saet di 18.00’an de, li gor Amedê saet di 20.00’an de wê bernameya taybet dest pê bibe. Di serî de Ewropa, tê payîn Kurd û dostên xwe ji Kurdistan, Tirkiye û her dera dinyayê tev li bernameyê bibin. Yên ku wê bi rêya Whatsapp û Skype’yê tev li bernameyê bibin, wê bikarin pere bexş bikin ya jî wekî din bibin alîkar.
Alîkariya ku di çarçoveya kampanyayê de bê berhevkirin, wê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê û MAR-DEF’ê bê koordînekirin û ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.
Ên ku bixwazin bibin alîkar bi mexdûrên erdhejê re, saet di 18.00’an de ku wê bername dest pê bike, dikarin li van numreyan bigerin û tev li weşana zindî bibin: 0032 53 66 36 71 - 0032 53 68 02 37 - 0032 53 68 39 51. Mirov wê bikare bi vê numreya Whatsapp’ê jî tev li bernameyê bibe.“
Ên ku bixwazin dikarin bi rêya van hesabên medyaya dîjîtal jî weşana zindî bişopînin:
TWITTER: @medyahabertv_
INSTAGRAM: medyahabertvv
FACEBOOK: medyahabertvv
YOUTUBE: Youtube.com/MedyaHaberTV1