Cûdî Egîd û Egîd Berxwedan li Baselê hatin bibîranîn

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo du xwişk û birayên hev ên di dîrokên cuda de di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd bûne, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Ji bo şervanê HPG’ê Egîd Berxwedan (Habîb Karakoç) ê di 17’ê Îlonê de li Amedê şehîd bibû û Cûdî Egîd (Tûgba Karakoç) a di 11’ê Gulanê de li Çelebiyê şehîd bibû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Beriya merasîm dest pê bibe di şexsê Egîd Berxwedan û Cûdî Egîd de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyeke rêz hat girtin.

Di bîranînê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê Nejla Dersim, li ser girîngiya şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ji bo gelê Kurd axaftinek kurt kir.

Piştî axaftinên Dersim, xizmên şehîdan jî mafê axaftinê girtin û sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.