'Combat 18' a Neonazî hate qedexekirin
Li Elmanyayê koma Neonazî ya bi navê 'Combat 18' hate qedexekirin.
Li Elmanyayê koma Neonazî ya bi navê 'Combat 18' hate qedexekirin.
Li şeş eyaletên Elmanyayê polîsan li dijî koma Neonazî ya bi navê 'Combat 18' operasyon kirin.
Operasyon li eyaletên Rheînland-Pfalz, Thurîngen, Hessen, Brandenbûrg, Mecklenbûrg-Vorpommern û Nordrheîn Westfalenê pêk hatin.
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer ragihand ku koma bi navê 'Combat 18' li dijî qanûnan hatiye ragihandin.
Seehofer got, "Qedexeya îro peyamek e" û diyar kir, "Cihê tundrewan û antîsemîtîzmê di nava civaka me de nîne."