Ciwanên Kurd li Drancyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Ciwanên Kurd li baliyoya Drancyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagiker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy (DTKM), êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li ber banliyoya Drancy a girêdayî paytext Parîs a Fransayê hat protestokirin. Girseya ku li ber DTKM’ê hatîn ba hev bi pankarta li ser “Rê nedin ku Erdogan Rojava dagir bike” nivîsandî, dest bi meşê kirin. Girseyê di meşê de alên YPG, YPJ’ê û pankartên “ Terorîst Erdogan”, “Dewleta Tirk a dagirker” û “Rê nede” nivîsandî hilgirtin. Her wiha di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û li dijî dagirkeriyê banga hestiyariyê li raya giştî hate kirin.

Piştî meşê li ser navê TCŞ’ê Akîf Boton axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi van êrîşan temenê xwe dirêj bike û got: “Ji ber vê yekê êrîşê Rojava dike. Ev demek dirêje êrîş li ser Rojava hene, lê duh êrîşek dijwar li ser Kobanê pêk anîn. Kobanê bajarek ê berxwedanê ye ku çeteyên DAÎŞ’ê li wir binketibûn. Zarok jî di nav de mirov hatin qetilkirin. Dewleta Tirk ji ber têkçûna xwe ya li Zap, Metîna û Avaşînê, hewl dide bi êrîşkirina li ser xakên azad tolê hilîne. Hêzên YPG/YPJ’ê yên ku li wir şer dikin û gelê Kurd ê welatparêz, wê rê nedin vê yekê. Artêşa dagirker a ku li Zapê têk çû, wê li Kobanê jî bifetise! Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.”

‘EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN‘

Li ser navê DTKM’ê ya Drancy Kemal Îdir jî daxuyanî da û destnîşan kir ku divê rêya hewayî ya Rojava ji firînê re bê girtin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.