Ciwanan li Parîsê tecrîd protesto kirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Gare de L’estê bi çalakiyekê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê, li her dera Ewropayê Kurd xwedî li grevên birçîbûnê derdikevin.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Gare de L’estê bi çalakiyekê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.

Di çalakiyê de wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hatin hildan.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate vekirin û bi Fransî sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Erdoganê qatil’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin.

Ciwan piştre bi sloganan heta Kemera Saînt Denîsê meşiyan.