Ciwanan li Parîsê çalakî li dar xistin

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balkişandina ser berxwedêrên greva birçîbûnê, çalakî li dar xistin.

Ciwanên ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger in li Qada Trocadero ya Parîsê hatin ba hev û ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Ciwanan pankarteke bi Fransî ya ‘Kurd di greva birçîbûnê de ne, deng bidin wan’ vekirin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Erdoganê qatil’ berz kirin. Ciwanan di çalakiyê de belavok jî belav kirin.

Çalakî bi sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.