Ciwanan li Marsîlyayê ji bo xwedîderketina berxwedana gerîla çalakî lidarxistin

Ji bo xwedîderketîna li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk ciwanan li Marsîlyayê meşek bi meşaleyî lidarxist û belavok belav kirin.

Çalakiyên ji bo xwedîderketina berxwedana gerîla ya ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger(TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst li bajarê Marsîlyaya Fransayê berdewam dikin.

Ciwanan di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de destpêkê li meydana herî qerebalix a bajêr meşaleyên rengîn pêxistin û piştre pankarta li ser hatibû nivîsandin “Bijî berxwedana gerîla” li pirê daliqandin.

Ciwanên ku di saetên êvarê de li navenda bajarê Marsîlyayê hatin ba hev, êrîşên çekên kîmyevî yên li dijî gerîlayên Kurdistanê şermezar kirin.

Ciwanan ji bo balê bikişînin li ser êrîşên dewleta Tirk û piştevaniya ku Fransa dide êrîşan, li Îstasyona Metro ya Noaîllesê belavok belav kirin.

Ciwanan ji bo xwedî derketina li berxwedana gerîla bang li ciwan û gel kir ku dakevin qadan.

Çalakiya ciwanan nêzî 3’ê saetan dewam kir.