Ciwanan li Ewropa Newroz pîroz kirin

Li gelek bajarên Ewropa ciwanan agir pêxistin û bi gerandina govendê Newroz pîroz kirin.

li Elmanya, Swîsre, Fransa aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên daketin qadan agir pêxistin û bi govendê Newroz pîroz kirin.

BÎEL

Ciwanên ku li navenda Bîel a Swîsreyê hatin ba hev, li kampê agir dadan û bi gerandina govendê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ciwanan bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz Pîroz Be’ qîr kirin.

AARAÛ

Li bajarê Aarûa yê Swîsreyê jî ciwanên TCŞ’ê jî agir dadan û li ber agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

BERLÎN

Di saetên şevê de li paytexta Elmanya Berlînê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) agir pêxistin û Newroz pîroz kirin. Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

MARSÎLYA

Aktivîstên TCŞ’ê li Marsîlya ya Fransayê jî di saetên şevê de hatin ba hev û agir pêxistin. Di pîrozbahiyê de alên YPG, YPJ, PKK û TCŞ’ê hatin hildan, govend hatin gerandin û guleyên hewayî hatin avêtin.