Ciwan li Ewropayê çalakî kirin

Li paytexta Evûstûrya Viyana, bonliya Vîllîer le Bel a Parîs û paytexta Swîsre Stockholmê, bajarê Sttatgûrt a Elmanyayê ciwanan li dijî tecrîdê çalakî kirin.

VIYANA

Li paytexta Evûtûrya Viyana aktivîstên Jinên Xwendekar ên Kurdistan û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (JXK-YXK) di satet 16:00-18:00’an li Stephansplatz çalakiyeke ya xwendinê ya mehekê lidar xistin. Di çalakiyê de pirtîkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwnedin. Dîsa di çalakiyê de belavokên ku balê dikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Mehekê her Çarşem wê saet di navbera 16:00-18:00 li Stephansplatzê çalakî bidome.

PARÎS-VÎLLÎER LE BEL

Li bonliya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê ciwanan bi çalakiyeke bê îtihatiya sivîl pêngava ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî silav kirin. Di çalakiyê de ciwanan peyama ‘Heta Rêberê me azad nebe, em ê li qadan bin û çalakiyan bikin.”

STOCKHOLM

Li paytexta Swîsre Stockholm ciwanan di çarçoveya pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ çalakiya pirtûk xwendinê da destpêkirin. Çalakiya ku li Sergels Torgê hate kirin Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) û Meclîsa Jinan a Amara destek kir.

STÛTTGART

Di çaçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li bajarê Stûttgart a Elmanyayê jî çalakiyek hate kirin. Çalakiya ku kon hate danîn de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana hatin hildan. Dîsa di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadkirin hatin belavkirin.

Ciwanan çalakiya xwe bi banga tevlîbûna meşa ku wê 17’ê Cotmehê li Mannheîmê bê lidarxistin bi dawî kirin.