Ciwan ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan

Ciwan, li bajarê Basel ê Swîsreyê û Parîs û Marîgnane yên Fransayê, ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin qadan.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Basel ê Swîsreyê û Parîs û Marîgnane ku bajarên Fransayê ne, bi meş û mîtîngan hat protestokirin; ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ji bo daketina qadan hat kirin. 

BASEL

Li Baselê ku bajarekê Swîsreyê ye, ciwanên ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) in, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê“ de çalakî li dar xist.

Li îstgeha navendî ya trenan, li pey pankartê li ser “Azadî ji bo Rêber APO“ nivîsandî, ciwan hatin ba hev û piştî rêzgirtina bi deqeyekê li vê derê, daxuyaniyeke bi Elmanî da.

Ciwanan, banga bûyîna xelek li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşkirina têkoşînê kir û têkildarê erdhejê ev tişt gotin: “Me dît ku dewlet bi gelê me re nebû alîkar, bi ser de em terkê mirinê kirin. Hêj jî hesab dike ku wê felaketê ji bo berjewendiya xwe çawa bi kar bîne. Gelê me, vê dewletê baş nas dike. Gelên me, bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinan, bêyî ku bisekinin, bi berpirsiyarî û ked û piştevanî, li her dera felaket lê qewimiye hewil daye ku bibe çare û wê dewam bikin.“ 

Di çalakiyê de banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hat kirin û daxwaz hat kirin ku hemû alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.

MARIGNANE

Li bajarê Marignan ê Fransayê gel danê êvarê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li hev civiyan û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîng li dar xistin.

Çalakvanan dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst dewleta Tirk” berz kirin û flama û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê ciwanan axaftin hat kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku wê pengava “Werin Cenga Azadiyê” were berfirehkirin û bi vê wesîleyê banga daketina kolanan hate kirin.

PARÎS

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi meşekê hate protestokirin. Bi sedan endamên TCŞ’ê ku li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê hatin ba hev, al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Azadî ji Abdullah Ocalan re aniha” hatin hildan.

Girse, ber bi şaredariya Drancyê ve meşiya û gelek caran bi Fransî dirûşmeya “Azadî ji Abdullah Ocalan re“ berz kir. Li ber şaredariyê ji bo bibîranîna kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane û Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku “Roj, roja azadkirina Rêber Apo ye” û bang li Konseya Ewropayê hat kirin bi erka xwe rabibe.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.