CÎK’ê banga tevlêbûna Newroza Frankfûrtê kir

CÎK’ê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û banga tevlêbûna Newroza Frankfûrtê kir

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir. CÎK'ê anî ziman ku Cejna Newrozê ji bo gelên Mezopotamyayê mizgîniya biharê û ji nû ve zayîna xwezayê ye û got: “Ji bo gelê Kurd xwedî mîrateyeke kûr a berxwedanê ye. Newroz ji aliyê civakên Rojhilata Navîn ên ku mirovahiyê diparêzin û rûmeta civakî û nirxên manewî yên li dijî hikûmetên zalim cejna herî kevnar e. Çiraya agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî dîktatorî, koletî û zilmê vêxist, tevahiya tarîtiya dîrokê ronî kir, tevî zilm û qedexeyan bû sembola hêvî û berxwedana mirovahiyê.”

CÎK’ê da zanîn ku gelê Kurd Cejna Newrozê ya nû di nava qirkirina Dehaqên nû de pêşwazî dikin û wiha got: “Li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat li ser gelê me projeyên nû yên qirkirinê tên ceribandin. Divê gelê me li dijî van projeyên qirkirinê helwesta xwe nîşan bide. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku bi ruhê seferberiya neteweyî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 23'ê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin bibin."