CÎK: Divê gelê me bi wan kesan nexape ku olê ji bo hilbijartinê bi kar tîne

Serokê CÎK'ê Tûrhalli anî ziman ku AKP 21 sal in olê bi kar tîne, bi vî rengî li ser desthilatdariyê dimîne û got, "Divê gelê me bi wan kesan nexape ku olê ji bo hilbijartinê bi kar tîne û li ser vê polîtîkayê dimeşîne."

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Giştî û Serokkomariyê ji bo civaka Kurd û gelên Tirkiyeyê wê diyarker be û destnîşan kir ku girîng e mirov tevlî hilbijartinê bibin û li ser paşeroja xwe biryareke erênî bidin.

Tûrhalli bi bîr xist ku AKP zêdeyî 20 sal in welêt bi rê ve dibe, di nava vê demê de bi navê ol xisareke civakî pêk hat û got, "Desthilatdariyê di vê demê de li Kurdistanê û Anatoliyê ola Îslamê xist bazarê û mirov pê xapand. Bazirganiyê li ser ol dikin. Em rewşeke nebaş û qirêj e. Xwedê di Quranê de dibêje 'Ayetên Xwedê nefiroşin'. Ev ayet di Quranê de gelek caran tê dubarekirin. Ayet ne tenê di Quranê de ye, heqîqet bi xwe jî ayet e. Heqîqeta mirov û mirovahiyê ayeteke. Lewma divê gelê me, Misilmanên durust haydar bin. Eger van mirovan ji ola Îslamê hez kiribûna ji bo berjewendiyên xwe nedixistin bazarê. Eger vana nirxên aramî û edalet pêşkêşî civakê kiribûna, pêwîstî pê nedidîtin ku li ser ol siyasetê bikin. Ji ber ku nirxên xwe yên bi vî rengî nîne li ser olê bazirganiyê dikin. Plana wê dikin ku di vê hilbijartinê de jî bi bazirganiya olê biçin nava gel. Ji xwe vê timî dikin. Bi vê yekê dixwazin bazirganiyê bikin. Divê gel bala xwe bide ser kiryarên desthilatdariyê û li gorî wê tevbigere. Kiryarên wan li pêş çavan e. Ev hilbijartin girîng e. Di vê hilbijartinê de divê Misilman hemû baldar bin. Divê bi wan kesan nexapin ku li ser olê bazirganiyê û siyasetê dikin."

TIFAQA AKP-MHP LI DERVEYÎ ÎSLAMÊ YE

Tûrhalli ragihand ku tifaqên ji bo hilbijartinê têne avakirin divê li ser maf û edaletê bin û anî ziman ku dema dawî tifaqa AKP'ê mîna ku tifaqa Îslamî ye pêşkêşî civakê tê kirin, lê belê ev yek xapandine, ev tifaq li derveyî Îslamê ye. Tûrhalli got, "Tifaqa Îslamê tifaqa edaletê ye. Tifaqa Îslamê tifaqa li dijî zilmê ye. Tifaqa Îslamê aramî û wekhevî ye. Gelo bi vê tifaqê re rewşeke bi vî rengî heye? Karê van kuştin e. Karê van nijadperestî ye. Karê van dizî ye. Nijadperestî ji aliyê Pêxemberê me ve hatiye redkirin. Tuyê rabe nijadperestekî mîna MHP'ê re hevkariyê bike, piştre ji xwe re bibêje Misilman e. Her kesê ku aqlê xwe di serê xwe de ye zane ku ev Misilmantî nîne. Gelê Kurd oldar e. Gelê Kurd xwedî baweriyeke civakî û aştiyane ye. Ji bo civaka Kurd bixapînin siyaseteke zexel dimeşînin. Lê belê gelê Kurd êdî ji vê bawer nake. Yên ku berjewendiyên xwe yên şexsî û partiyê hebe dibe ku li gel wan cih bigirin, êdî ji bo Kurdan ne mesele ye. Mirovên xwedî bawerî li gorî pratîka partiyan bi wan re li hev dikin û tevdigerin. Bila êdî Kurd û Misilman ji van bawer nekin. Vaye em dibînin; ji bilî bazirganiya narkotîkê, faîz û şer karekî wan nîne. Bi gotina em Misilmanin Misilmanbûyîn nabe. Ew dixapînin. Siyaseta wan li ser xapandinê ye. Pêxemberê me gotiye 'Yê me dixapîne ne ji me ye'. Siyaseta ku ev temsîl dikin, ne li gorî berjewendiyên gel e."