Brexît pêk hat: Wê encama wê çi be?

Li Brîtanyayê hikumet û beşeke gel derketina ji Yekîtiya Ewropayê pîroz kirin. Tê payin ku malîyeta Brexitê heta dawiya salê bibe 200 milyar sterlîn.

Brîtanyaya Mezin a ku Îngîltere, Îskoçya, Îrlandaya Bakur û Welatê Galê tê de ne, duh şev ji Yekîtiya Ewropayê veqetiyan. Serokwezîr Borîs Johnson bi wesîleya derketina ji Yekîtiya Ewropayê (Brexîtê) axivî.

Johnson diyar kir ku peywira wî ev e ku gel bîne ba hev û welat bi pêş ve bibe. Johnson bal kişand ser vî tiştî ku wê koçberî were kontrolkiri, astengiyên li ser sektora masîvaniyê were rakirin û ew ê karibibin bi welatên din re peymanên bazirganiyê yên serbest bikin.

Li saziyên Yekîtiya Ewropayê alayên Brîtanyayê hatin rakirin û peywira 73 parlementerên li Parlementoya Ewropayê jî betal bû.

Serokê Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen li ser vê meseleyê nameyek nivîsand û diyar kir ku ji bo têkiliyeke zexm û serkeftî bi Brîtanyaya Mezin re deynin, çi ji destê wan were, wê teqsîr nekin.

Brexît wê heta salekê bidome. Wê parlementerên ku parlementeriya wan a li Parlementoya Ewropayê betal bûne, nikaribin di mekanîzmayên biryaran de cih bigirin lê heta 31’ê Kanûna 2020’an wê Brîtanyaya Mezin wekî welatekî YE bimîne.

Tê diyarkirin ku heta dawiya salê wê maliyeta vê gavê bigihêje heta 200 milyar sterlînan. Li gorî texmînan ji ber Brexîtê wê di navbera 500 hezar û 800 hezar kes jî bêkar bimînin.