Bi pêşengiya TCŞ’ê li Marsîlyayê Newroz hat pîrozkirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya TCŞ‘ê û TekoJIN‘ê bi dehan ciwan di çarçoveya kampanya “Werîn Cenga Azadiyê“ de daketin qadan û Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi dehan ciwan di çarçoveya kampanya “Werîn Cenga Azadiyê“ de daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ciwanan li ber stranan govend gerand û bi meşaleyan dest bi meşê kirin.

Ciwanan li kolanên Marsîlyayê ala mezin a PKK’ê hildan û sirûda “Çerxa Soreşê“ gotin. Di pîrozbahiyê de ciwanan bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Bila tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Newroza îsal wê bibe Newroza serkeftinê û bibe Newroza azadiya fîzikî ya Rêber Apo. Weke ciwanên Kurd li hemberî tecrîda li ser Rêber APO kîn û hêrseke me ya mezin heye. Divê êdî dawî li vê tecrîda sîstematîk û giran a ku bi piştgiriya dewletên Ewropayê didome bê. Em ê bi paradîgmaya Rêber APO bersiva vê pêvajoyê bidin."

Pişt re stran hatin gotin û govend hate gerandin.

Pîrozbahiya ku nêzî du saetan berdewam kir, bi dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne“ bi dawî bû.