BI DÎMEN

Bi hezaran li Newroza Swîsreyê daxwaza azadiya Rêber Apo kir

Bi hezaran kesên ku di Newroza Swîsreyê de li hev civiyan, Pêngava Azadiyê ya 10'ê Cotmehê hatibû destpêkirin silav kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

NEWROZ

Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran kes ji hemû bajarên Swîsreyê hatin û li Lûzernê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Newroza ku li salona sporê ya Lûzern Messe bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku di Newrozê de li hev civiyan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî xwestin û di nava rojê de dirûşmeyên azadiya Abdullah Ocalan berz kirin.

Li salona ku bi alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamên damezrîner ên PKK'ê hatibû xemilandin, di seranserê rojê de dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" û "Ji Rêber Apo re azadî" hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de ewilî Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Huseyîn Mamakli û Selma Sûrer axivîn. Hevserokan di axaftina xwe de Newroz li gelê Kurd pîroz kirin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Piştî Mamakli û Selma Sûrer, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşmeyên "Ji Rêber Apo re Azadî" bi meşekê ketin salonê.

‘NEBIN HEVKARÊ ŞERÊ QIRKIRINÊ YÊ DEWLETA TIRK’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî di Newrozê de axivî. Aydar ku bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser êrîşên qirkirina leşkerî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Aydar, hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de bi bîr xist û bang li Iraqê kir ku nebe aliyê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk. Aydar destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk tenê ne PKK ye, dixwaze herêmê bi tevahî dagir bike û polîtîkayên PDK'ê jî rexne kir.

AZADIYA RÊBER APO

Aydar girîngiya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de dest pê kir, bi bîr xist û got: “Tu kes nikare daxwaza azadiya Rêber Apo ya ku li cîhanê belav dibe, paşguh bike.” Di dema axaftina Aydar de bi hezaran kesên li salonê pankarta "Ji Ocalan re Azadî" vekirin û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin.

DOSTÊN GELÊ KURD LI QADA NEWROZÊ BÛN

Piştî axaftina Aydar, Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsre Sara Wyss, Parlamentera Tîcono Kanto Dr. Beppe Savary Barîolî, endamên Koordînasyona Tamîlê ya Swîsreyê û Endama Komîteya Rojava ya Zurîh Nîcole Weîss axaftin kirin. Di Newrozê de her wiha peyama Tevgera Jinên Kurd hat xwendin.

SARA WYSS: JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ AZADÎ

Parlamentera Meclîsa Federal a Partiya Sosyalîst Sara Wyss ku destpêkê axivî, bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û bi silavkirina berxwedana azadiyê ya gelê Kurd peyama hevgirtinê da. Parlamenter Wyss bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û gotç “Li tu deverê cîhanê mirov li gorî fikrên xwe nayên cezakirin. Weke Partiya Sosyalîst em her tim li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rawestiyane û em ê jî li ber xwe bidin. Em ê bi hev re têkoşîna hevpar hîn mezintir bikin. Bila Newroz bibe sedema azadî, aştî û yekîtiyê."

Parlamenter Wyss axaftina xwe bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî kir.

DR. SAVARÎ: DEMA AZADIYA ABDULLAH OCALAN HATIYE

Li dû Wyss, Parlamenterê Tîcono Kanto Dr. Beppe Savary Barîolî mafê axaftinê girt. Savary Barîolî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ev tecrîd êşkence ye. Savary Barioli got, "Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye" û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

Savary Barîolî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bîr xist û got: “Erdogan mîna dîktatorekî dixwaze têkoşîna azadiyê û destkeftiyên gelê Kurd tune bike. Lê ew ê bi ser nekeve. Divê em têkoşîna li dijî şerê Erdogan û dewleta Tirk li her derê berfireh bikin û Şoreşa Rojava hembêz bikin."