BI DÎMEN

Bi hezaran kes li Londonê qîriyan: Destê xwe ji ser Kurdan bikşînin!

Bi hezaran kesên li Londonê li hev civiyan, êrîşa polîsên Îngîlîz a li dijî Navenda Civaka Kurd û çalakgerên Kurd protesto kirin û peyama, “Em dev ji kolan û saziyên xwe bernadin. Destê xwe ji ser Kurdan bikşînin” da.

Li Londonê, bertek û hêrsa gelê Kurd û dostên wan a li hemberî operasyona polîsên Îngilistanê ya 27’ê Mijdarê ya li dijî Navenda Civaka Kurd û Kurdistaniyan didome. Dagirkeriya polîsan a li ser Navenda Civaka Kurd û îfadeya çalakgerên li qereqolê di roja 5’an de didome. Kurdistanî û dostên wan li dijî vê daketin qadan.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Federasyona Elewiyan a Îngilistanê ku rêxistin û saziyên Kurd, Elewî, çep, sosyalîst û şoreşger di nav de ne, bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan li Qada Trafalgar a bi navdar e hatin ba hev û polîsên Îngîlîz protesto kirin.

Girseyê afîş û wêneyên ku bertek nîşanî operasyona polîsên Îngîlîz a ji bo krîmînalîzekirina Kurdan hildan, dirûşmên "Şerm bikin”, "Destê xwe li ser Kurdan bikşînin”, "Destê xwe li ser ji KCC’ê bikşînin”, "Dewleta Tirk dewleta faşîst e”, “Bimre faşîzm”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Kurdistaniyan flamayên Rêber Apo û alên YPG û YPJ'ê hilgirtin, saziyên girêdayî DGB'ê bi alên xwe cihê xwe li qadan girtin. Hin Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn û bi hezaran kesî bi yek dengî sirûda "Berxwedan jiyan e" xwendin.

Li qada Trafalgarê li ser navê Partiya Karkerên Sosyalîst Charlie Yoldaş, Tevgera Edaletê, Haringey û Tevgerên Civaka Yekbûyî ya Barnet axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên faşîst û barbar ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd didomin û Îngilistan jî bûye şirîkê vê operasyona bêexlaqî û qirêj.

Axaftvanan bi gotinên tund rexne li Partiya Karker a desthilatdar kirin û gotin: “Ji vê desthilatê tu bawerî nemaye. Ev faşîzm, ev mêtingerî, ev zilm di vê dema desthilatdariyê de pêş ket.”

Hat destnîşankirin ku polîsên Îngilistanê li ser daxwaza dewleta Tirk operasyon pêk anîne û ev tişt hat gotin: “Dewleta Tirk a ku di warê mafên mirovan û demokrasiyê de veguheriye welatekî tirsnak, piştgiriyê dide pêkhateyên weke DAÎŞ'ê û hûn dibin şirkê dewleta Tirk a dijminatiya Kurdan dike. Şerm bikin! Dev ji krîmînalîzekirin û terorkirina civaka Kurd berdin. Destê xwe li ser Kurdan bikşînin.”

Piştî axaftinan bi hezaran kes bi çepik, tilîliyan û dirûşman ber bi Midûriyeta Polîsan a Îngilistanê (Scotland Yard) ve meşiyan. Di meşê de sirûdên berxwedanê û dirûşme qet nesekinîn. Girseya gel dema gihîşt ber Scotland Yardê bi çepik û dirûşman demek dirêj polîsan şermezar kir. Di vê navberê de dosyayek ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve li ser dîroka 32 salan a Navenda Civaka Kurd, proje, xebatên wê yên dibistanî û çandî hatibû amadekirin û tê de daxwaza berdana çalakgerên Kurd cih digirt radestî rayedarên Scotland Yardê hat kirin. Piştî ku keça Alî Poyraz, Dîcle Poyraz û heyeta pê re dosya radest kirin, girse ber bi avahiya Serokwezîrtiyê ve meşiyan.

Meşvanan bi dirûşmeyên xwe avahiya Meclîsê hejandin û kesên derdorê piştgirî dan çalakiyê. Meş li ber avahiya Serokwezîriyê ya li kolana Downîngê bi dawî bû. Piştre li ser navê DGB'ê Îbrahîm Avcil daxuyanî da.

EM Ê NEBIBIN AMÛRÊ BAZARIYÊN WE YÊN VEŞARTÎ Û QIRÊJ!

Avcil diyar kir ku operasyona 27'ê Mijdarê ya li Londonê li dijî Navenda Civaka Kurd û aktîvîstên wê weke êrîşeke li dijî nirxên demokratîk derbasî dîrokê bû. Avcil bal kişand dema pêkanîna van êrîşan û got: "Êrîş 2 hefte piştî hevdîtina Wezareta Karên Derve ya Tirk û Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê pêk hat. Xuyaye ku ev êrîş li gorî şertê peymanên bazirganî, leşkerî û dîplomatîk, li dijî rêxistinên Kurd, pêşverû û demokratîk ên li Îngilistanê pêk hatiye. Em ji vir careke din dibêjin; em ê nebin amûrê bazariyên we yên veşartî û qirêj.”

LÊBORÎNÊ JI GELÊ KURD BIXWAZIN

Avcil destnîşan kir ku ev êrîşên li ser gelê Kurd ên ku li dijî komên barbar ên weke DAÎŞ'ê şer kirin û rûmeta mirovahiyê temsîl dike, nayê qebûlkirin û wiha pêde çû: "Gelê Kurd bi hemû saziyên xwe, li seranserê cîhanê nirxên rûmeta mirovahiyê û nirxên azadiyê diparêze. Ji ber vê sedemê em daxwaz dikin ku siyasetmedar û welatparêzên hatine binçavkirin demildest bên berdan û polîsên Îngilistanê lêborînê ji gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk bixwazin.”

Avcil bang li gel, dost, şoreşger û demokratên li Îngilistanê kir ku xwedî li berxwedana didome derdekevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dev ji kolan û saziyên xwe bernadin."

Girseya gel piştî daxuyaniyê bi çepik û dirûşmeyan belav bû, komek ciwanên Kurd li Qada Trafalgarê bi gerandina govendê çalakiya xwe domandin.