Bi deh hezarna kes li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan
Li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes li Elmanyayê daketin qadan û êrîş protestokirin.
Li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes li Elmanyayê daketin qadan û êrîş protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan li bjarên Hambûrg, Aûgsbûrg, Gîessen, Nurnberg, Dortmûnd, Kassel, Saarbruken, Bonn, Pforzheîm û Bernê yên Elmanyayê daketin qadan.
HAMBÛRG
Bi tevlîbûna hezaran Kurdistanî û kesên antî-faşîst li bajarê Hambûrg li St. Paûlîyê meşiyan. Her wiha Kurdistaniyên ku bi enternasyonalîstan re tevlî çalakiyê bûn û li pêşiya stasyona St. Paûlî mîtîngek lidar xistin.
AÛGSBÛRG
Li Konîgplatez a bajarê Aûgsbûrgê jî Kurdisatniyan bi alên YPG/YPJ’ê û dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Rojava wê li dagirkeran bibe goristan’ dagirkeriya Tirk protestokirin.
GÎESSEN
Bi pêşengtiya NCKD li Kîrchenplatz a Gîessenê mîtîngek hate kirin û piştî mîtîngê jî meşek hate lidarxistin. Yekîtiya Suryanên Ewropa (ESÛ) Dîe Lînke, Federasyona Gîessen û rêxistina ciwanan (SDS) û Internationalistiche Bundnis (REBELL) tevlî çalakiyê bûn.
NURNBERG
Li pêşiya Lorenzkîrche a Nunbergê jî bi tevlîbûna gelek kesî mîtîgek hate kirin. Piştî mîtîngê jî bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate protestokirin.
DORTMÛND
Li Dortmûndê jî li pêşiya HBF Dortmûndê bi hezaran kes bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî qetlîama dewleta Tirk protestokirin. Çalakiya li vir bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûnd û Meclîda Jinan a Rozerîn ve hate organîzekirin. Rêxistinên Ciwanên Elman, MLKP, ADHK û komên çepgir piştgirî dan çalakiyê.
KASSEL
Kurdistaniyên li Halîplatz a Kasselê hatin ba hev ber bi kargeha panzerê ve ketin meşê. Girse li pêşiya kargehê rawestiyan û di axaftinên li vir hate kirin daxwaz hatekirin ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bidin sekinandin.
SAARBRUCKEN
Bi mîtîngekê Kurdistanî û dostên wan li Sarbruckenê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Di mîtîngê de bêdengiya li dijî dagirkeriya Tirk jî hate protestokirin.
BONN
Kurdistaniyan li Munsterplatz a Bonê jî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bi çalakiyekê protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujar Erdogan wê hesab bide’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate qîrkirin. Enternasyonalîstan jî piştgirî dan çalakiyê.
PFORZHEÎM
Li Pforzheîmê jî Kurdistanî û dostên wan ên Elman li Waîsenhaûzenplatsê hatin ba hev û meşek lidar xistin. Di meşê de Dîe Lînke jî cih girt. Çalakî li Bahnofstrse bi dawî bû.
BREMEN
Bi heman armancê ciwanan ji bajarokê Groepelîngen heta Parlementoya Eyaletê meşiyan û dagirkerî protestokirin.