Bi çalakiyekê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn

Ji bo 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sara, Rojbîn û Ronahî yên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin li paytexta Elmanya Berlînê hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama ‘Em ê şêwaza jiyana Sara, Rojbîn û Ronahî ji bo xwe esas bigirin’ hate dayîn.

Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîranîneke bi heybet a li paytexta Elmaya Berlînê hate kirin, hatin bibîranîn.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan DESTDAN Berlîn, TJK-E û Wexfa Jinan a Azad a Navneteweyî ve hate organîzekirin li Evangelische Kirche Schönebergê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Dayik û bavên Sakîne Cansiz Zeyneb û Îsmaîl Cansiz li gel bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez jî tevlî bîranînê bûn. Her wiha ji deverên cuda yên bajarên Ewropayê jî nûnerên saziyên jinên Kurd jî amade bûn.

Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Jinan a DESTDAN Nûjiyan Gunay, li ser navê TJK-E Zeyneb Dersim û li ser navê Wexfa Jinan a Azad a Navneteweyî Bêrîvan Yîgît axivîn.

Zeyneb Dersim got: “Eger em jiyanekê hilbijêrin em ê bi şêwazê Sara, Rojbîn û Ronahî hilbijêrin. Ji derveyî vê ti vebijêrkeke din a me tine ye. Eger ku em raman û hizrê Sara, Rojbîn û Ronahî belav bikin wê demê em ê tola wan hilînin û deynên li ser milê me jî kêmek jî be bi cih bînin.”

Gulîstan Çiya Îke a di bîranînê de helbestek xwed bal kişand ser şoreşa jinê û got: “Sê jinên Kurd ên şoreşger mîna tovê azadiyê belavî çar aliyên Kurdistanê bûn. Ne tenê li Kurdistanê li kû di be bila bibe Kurdekî ku dilê wî/ê ji bo azadiyê lê dide li wir ruhê Sara, Rojbîn û Ronahî ji nû ve vejîn dide.”

Bîranîn bi xwendina helbestên Rojnamevan Guler Yildiz, hunermed Yelda Abbasî, Koma Vejîn û Hozan Comet bi dawî bû.