Bi çalakiyan piştevaniya ETHA’yê dikin

Terora polîsan a li ser Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) û Rojnameya Atilim li gel Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP) û Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), li gelek welatên Ewropayê hatin protestokirin.

Çalakî li ser banga Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) li bajarên Stûttgart, Koln û Ulm ên Elmanya û paytexta Fransa Parîsê pêk hatin.

Di çalakiyên hemwext ên roja Sêşemê hatin kirin de, banga piştevaniya bi çapemeniya sosyalîst re hatibû kirin.

Çalakiya li bajarê Stûttgart a Elmanyayê bi pêşengtiya Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanay (AGÎF) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ve hate kirin, Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Elman (ATÎF), Federasyona Komeleyên Demokratîk (DÎDF), Yenî Demokrasî û Cihana lê Bijî destek kirin.

Li bajarê Ulmê jî li ser banga Însyatîfa Piştevaniya bi Rojnamevanan re a Ulm û AvEG-Konê çalakiyek hate kirin û xwendekarên Yenî Demokrasî û Rojnameya Atilim jî destek kirin.

Li Parîsê jî li ser banga Komeleya Çanda Karkeran a Tirkiyeyî (ACTÎT) û SKB’ê çalakiyek hate kirin û CKD-F, Partîzan û xendekarên Kovara Odakê jî destek dan.

Çalakiyê ku têde dowîzên ‘ETHA bêdeng nebû, nayê bêdengkirin’ û ‘Ji bo rojnamevan û sosyalîstan azadî’ hate bilindkirin, AvEG-Konê daxuyaniya bi sernavê “Li Stenbolê terora polîsan didome. Ji bo xebatkarên ETHA û sosyalîstan azadî” da.