Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Lozan û Kopenhagenê hatin bîranîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarên Lozan û Kopenhagenê hatin bîranîn.
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarên Lozan û Kopenhagenê hatin bîranîn.
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê û şervanê HBDH'ê Sînan Guneş li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin bîranîn.
Kurdistanî û alîgirên MLKP'ê tevlî civîna bîranînê bûn ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK). Her wiha nûnerên gelek saziyên şoreşger jî li civînê amade bûn.
Di civînê de ji bo bîranîna Sînan Guneş, komkujiya Pirsûsê û çar berxwedêran sînevîzyon hate nîşandan, piştre nûnerên MLKP, CDK, DKP Yekîtî û ÎHDD Swîsreyê axaftin hatin kirin.
Qisekeran bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li dijî faşîzmê û dilsoziya bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê re. Civîna bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar" bi dawî bû.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sêvê ve hate lidarxistin.
Piştî temaşekirina li fîlmê 14'ê Tîrmehê civîna bîranînê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.