Berxwedêr li Baselê li hev civiyan: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rê nîşan dide

Di konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk de hat destnîşankirin ku li dijî pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst rê li ber vekiriye, pêşxistina qadên hevpar ên têkoşînê girîng e û peyama mezinkirina têkoşîna enternasyonal hat dayîn.

Konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk ku bi dirûşmeya "Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf" li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo 3 rojan da li dar dixe, dewam dike.

 Konferans li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Baselê tê lidarxistin û ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka û Asyayê gelek sazî tevlî dibin.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê tên nîqaşkirin. Her wiha bi konferansê tê xwestin ku valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda bê dagirtin, perspektîfên hevpar bêne berfirehkirin û xetên berxwedanê yên stratejîk bêne avakirin.

Di konferansê de wê paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin.

Piştî axaftina vekirinê, di konferansê de panela bi sernavê "Perspektîfên tayînkirina çarenûsa neteweyan û di sedsala 21'ê de xweserî" hat lidarxistin. Di vê panelê de ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mahmut Şakar, Aratz Estonba, Soratî Kadîr, Orimîa û Adrîana Endavant pêşkêşî kirin.

ŞAKAR: ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN MODELA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Destpêkê Parêzer Mahmut Şakar mafê axaftinê girt û bi sernavê “Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ji nû ve hizirkirina mafê çarenûsa xwe” pêşkêşî kir. Şakar qada dîroka Kurdistanê kir û bal kişand ser têkoşînên li Kurdistanê. Şakar bal kişand ser pêvajoya hebûna PKK’ê û got: “Nuqteya bingehîn a hebûna tevgera PKK’ê ew ku feraseta têgihiştin û çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ji kûr ve guhert. Ne berdewamiya pela serhildanê ye beriya xwe ye, avakirina kevneşopiyek siyasî ya nû ye.”

Şakar bal kişand ser nêzîkatiya Abdullah Ocalan a li ser mijarê îdeolojiyên netew-dewletparêziyê û got: “Abdullah Ocalan datîne holê ku rêya mafê tayînkirina çarenûsa netewan ne tenê avakirina netewe-dewlet e, nêzîkatiya konfederalîzma demokratîk jî dikare bibe rêyekî nû.”

ARATZ ESTONBAH: DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR WERE AVAKIRIN

Piştî Şakar ji rêxistina Askepena Aratz Estonbah bi ser navê “Euskal Herrîa têkoşîna rizgariyê” pêşkêşî kir û bal kişand ser dîrok û têkoşîna welatê Baskê. Estonbah destnîşan kir ku gelek rêxistinên li cîhanê ku têkoşînê dikin, ji bo rizgariyê stratejiyên wan ên hevpar nîne û bal kişand ser pêwîstiya têkoşîna hevpar.

KADÎR: PARADÎGMAYA OCALAN JI BO GELÊ OROMAYÊ DIBE BIBE ÇARESERÎ

Piştî Estonbah, Soretî Kadîr li ser têkoşîn û dîroka gelê oromo ku mezintirîn koma etnîkî ya Etiyopyayê ye, pêşkêşî kir. Kadîr diyar kir ku Etiyopya ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Oromoyê serî li her tiştê daye û got: “Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan dikare roleke girîng di çareserkirina pirsgirêkan de bilîze.”

ALENA: DIVÊ QADÊN HEVPAR ÊN BERXWEDANÊ BÊN AVAKIRIN

Piştî Kadîr, ji rêxistina Endevantê Adrîana Alena li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Katalan pêşkêşî kir. Alena, anî ziman ku têkoşîna gelê Katalan ya demdirêj tecrûbeyên girîng dane wan û wiha got: “Em rêxistinên ku îro li cihên cuda yên cîhanê têdikoşin, divê rêxistinên gel û têkoşîna hevpar a enternasyonal xurt bikin.”

Piştî axaftina Alena navber dan konferansê. Di rûniştina piştî nîvroyê de jî panela bi sernavê “Di navbera desthilata civakî û demokrasiya lîberal de- Xefik û pêwîstiyên têkoşîna rizgariyê” hat lidarxistin.

Li vir destpêkê ji rêxistina Petera al Poplo ya Îtalyayê Maurîzîo Coppola mafê axaftinê girt û got: “Îdeolojî û pêkhateyên dewleta netewe di guherîna pîvana qadên stratejîk de diyarker in. Li Ewropayê redkirina tevgerên civakî berdewam e.”

Piştî Coppola, li ser navê rêxistina Red Nacîonal del Communeras ku li Venezûelayê têdikoşe, Atenea Jîmenz Lemon û ji partiya Komunîst a Sûdanê Shadîa Abdelmoneîm, bi pêşkêşiyên xwe bal kişandin ser têkoşîna li welatên xwe.

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Bernameya roja 2. û 3. a konferansê bi vî rengî ye:

18'ê Mijdarê roja Şemiyê

09:30 – 13:00 Karên atolyeyê
- Dîrok û berxwedan: Kulîlkên veşartî yên modernîteya demokratîk
-Ji perspektîfa jineolojiyê azadiya jinê û sosyalîzma demokratîk - Di sedsala 21'ê de têkoşîna çînî ya ji neteweyan wêdetir
- Konfederalîzma Ciwanan a Demokratîk: Li dijî modernîteya kapîtalîst di têkoşînê de ciwan
-  Demokrasiya Xwecihî û Ekolojî

16:15 – 18:30 Panel:
Li bakur avakirina xweseriya demokratîk - Tecrûbe û fikir

19:00 – 21:30 Çalakiya çandî

19'ê Mijdarê roja Yekşemê

09:30 – 11:00 Panel: Fikrê sosyalîzmê - Ber bi nûbûnekê ve
- Sedsala 21'ê: Serdema Şoreşa Jinê
- Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovahiyê ye

11:30 – 15:30 Rêxistinî û enternasyonalîzm
- Tecrûbeyên altenatîf
- Li Kolombiyayê avakirina hêza gel
- Li Fîlîpînan perspektîfên rêxistinbûna şoreşgerî
- Ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê destkeftî, zehmetî û perspektîf