Berxwedana Yildiz û Çakici ya li Den Haagê didome
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li welatên cuda yên Ewropa ji bo şikandana tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û ewlehiya wê hatine destpêkirin didomin.
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li welatên cuda yên Ewropa ji bo şikandana tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û ewlehiya wê hatine destpêkirin didomin.
Berxwedana greva birçîbûnê yên Kurdistaniyên bi navê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakiçi ên li bajarê Den Haag a Hollandayê hatiye destpêkirin didome.
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclalan ên li gelek deverên Ewropayê hatine destpêkirin dewam dikin.
Huseyîn Yildiz 19’ê Çile û Hasbî Çakici jî 20’ê Çileyê li bajarê Den Haag ê Hollandayê tevlî berxwedanê greva birçîbûnê bibûn.
Rewşa çalakvanan ên her roj serdan tê kirin baş in.
Her du çalakvan ên rojane kontrola wan ji aliyê dixtoran ve tê kirin, çalakvanên grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê silav kirin.