Berxwedana Strasboûrgê di roja 72’an de ye

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmralî ya li Strasboûrgê di roja 72’an de bi serdanên gel ên piştgirîdayînê didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li navnîşana 273, Avenue de Colmar a Strasboûrgê di roja 72’an de tevî rewşa tendurisityê ya çalakgeran giran e jî bi biryardarî didome.

Serdanên piştgirîdayînê yên Kurdistaniyên li bajarên Ewropa dijîn didome, her roj bi dehan Kurdistanî serdana çalakgerên greva birçîbûnê dikin.

Îro danê nîvro endamên meclîsên gel ên Werder û Oldenbûrgê hatin serdana çalakgeran. Endamên meclîsên gel diyar kirin ku çalakiyên grevên birçîbûnê ji bo gelê Kurd di pêvajoyek kiritîk de tê kirin û banga piştgirîdayinê kirin.

Endamên meclîsan ragihandin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûl kirn û ew ê ji bo piştgirîdayinê çaakiyan lidarbixin.

Dîsan li aliyê ji bajarên Elmanya Dûîsbûrg û Lubeckê gelek kes ji bo piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê hatin Strasboûrgê. Kurdistaniyên ji bajarên Swîsre Zurîh û St Gallenê serdana çalakgeran kirin û moral dan berxwedêrên grevê.

Navê berxwedêrên ji 17'ê Kanûnê ve li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne wiha ne; Parlamentera serdemên 25 û 26'an Dîlek Ocalan, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya û Mehmet Nîmet Sevîm, nûçegihan Gulîstan Çiya Îke, akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Kardo Bokanî, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mohamme Ghaderî, çalakger Denîz Surgut, Ekrem Yilmaz, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Ayvaz Ece, Agît Ûral û Kerem Solhan.