Berxwedana li Strasboûrgê ya li dijî tecrîdê di roja 69’an de ye

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 69’an de didome.

Parlementera HDP’ê ya berê Dîlek Ocalan, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û rojnameger Gulistan Îke jî di nav de 14 kes li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne.

SERDANÊN JI ELMANYA Û FRANSAYÊ DIDOME

Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan her roj tên serdana çalakgeran. Ji bajarên Lubeck û Kasselê yên Elmanyayê îro gelek Kurdên welatparêz hatin serdana çalakgeran û piştgiriya xwe diyar kirin.

Di heman demê de ji bajarê Saînt Avold û bajarên nêzî wê jî Kurdên welatparêz tên serdana çalakgeran.

TENDIRUSTIYA ÇALAKGERAN DI REWŞEKE KRÎTÎK DE YE

Tendirustiya çalakgeran ji aliyê bijîşkan ve tê şopandin. Bijîşk diyar dikin ku rewşa çalakgeran ketiye asteke krîtîk û bang li saziyên rayedar dikin ku divê têkevin nav hewldanan.

Bijîşkan di kontrolên dawîn de diyar kiribûn ku çalakger gelek semptom bi wan re çêbûne û bal kişandibûn ser helandina masûlkeyan.