Berxwedana li Strasboûrgê kete roja 49’an
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 49’an de didome. Koroya zarokan a bi navê Koma Hêja û gel hatin serdana çalakgeran.
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 49’an de didome. Koroya zarokan a bi navê Koma Hêja û gel hatin serdana çalakgeran.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Di roja 49’an de gel hatin serdana çalakgeran.
Ji bajarên Elmanyayê û ji dehan bajaran gel hatin serdana çalakgeran. Ji bajarên Heîlbronn, Dortmûnd, Mannheîm, Bremen, Lubeck, Muhîh û Kehl ên Elmanyayê û ji bajarên Arnherm ê Hollandayê, ji bajarê Metz, Saînt Avold û Mûlhoûse yê Fransayê gel hatin serdana çalakgeran. Gelek ciwanên ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî ji bo piştgiriyê hatin serdana çalakgeran.
Hevserokê Meclîsa Gel a Heîlbronn ê Elmanyayê Şevket Çelîk di serdanê de çalakger silav kir û got ku, “Şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ê pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd veke.”
Koroya zarokan a bi navê Koma Hêja ya ku li bajarê Saînt Avold ê Fransayê xebatên xwe didomîne, hatin Strasboûrgê. Endamên koroya zarokan ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê, stranên şoreşgerî yên Kurdistanê strandin.