Berxwedana li Strasboûrgê di roja 104’an de didome
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 104’an de didome.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 104’an de didome.
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.Çalakî di roja 104’an de didome.
Ji ber ku tendirustiya çalakgeran di rewşeke krîtîk de ye, zêde nikarin bi ziyaretvanan re rûnên. Çalakger bêtir di nav nivînan de xwe dirêj dikin.
Bijîşkekî ji Swîsreyê hat serdana çalakgeran û ew mûayene kirin.
Dema ku ev nûçe hate amadekirin, mûayeneya bijîşk didomiya.