Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re bû wekîl

Li Kantona Ticino ya Swîsreyê, Berdevkê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Dr. Josef Beppe Savary bû wekîl.

Li kantona Ticino ya Swîsreyê, dawiya vê hefteyê hilbijartin hebû. Di hilbijartinê de ku 14 lîste tevlî bûn, lîsteya hevpar a Partiya Sosyalîst (SP) û Forûma Alternatîf (Forûm Alternatîvo) ji sedî 27 ê dengan wergirt û ji bo Parlamenta Ticino ya ji 90 parlamenterî 12 wekîl bi cih kir. Di nava wekîlên hilbijartî de yek ji kesayetê nêzî Kurdan heye: Dr. Josef Beppe Savary.

Swîsre xwe bi rengê federal bi rêxistin kiriye. Ji bilî parlamenta federal her wiha her kantonek xwedî meclîsekê ye. Ticino ku yekane kantona Îtalyayê ya Swîsreyê ye, di 2'ê Nîsanê de hilbijartin pêk anî. Meclîsa kantona Ticino ji 90 parlamenteran pêk tê. Di hilbijartinê de 14 lîste hebûn. Sekreterê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re û berpirsyarê Swîsreyê yê Doktorên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) Dr. Josef Beppe Savary di lîsteya Forûma Alternatîf de hate hilbijartin. Her wiha dosta Kurdan Lîsa Boscolo jî hate hilbijartin.