‘Bêdengiya Ewropayê xiyanet e li Kurdên qehreman’ 

Di gotarên  rojnameyên Norwêç û Swêdê de bang li hikûmetê hae kirin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xwedî helwest.

Rojnameya Norweçê ya xwedî tîraja herî bilind Aftenposten, gotara Endama Desteya Rêveber a Federasyona Ciwanên Kurd a Norwecê Bêrîtan Algunerhan a bi sernivîsa, “Divê parlamento piştgirî bide Leyla Guvenê û şensekî bide aştiyê” weşand.

Algunerhan, di gotara xwe de piştî bi bîr xist ku parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 101 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîn, li dijî hemû hevpeymanên navneteweyî ne. 

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ JI BER PASÎFBÛNA EWROPAYÊ NE

Algunerhan, bi bîr xist ku Abdulah Ocalan, sazkarê hevdîtinên di navbera PKK û dewleta Tirk de pêk hatî ye û got, “Deh mîlyon kes zêdetir tevlî kampanyaya ‘ji Ocalan re azadî’ bû. Ev kampanyaya îmzeyan a herî mezin a dîrokê ye. Leyla Guven, bi sedan aktivîst, akademîsyen û polîtîkaci, ji bo tecrîdkirina Ocalan rabe ketine greva birçîbûnê. Daxwazên çalakvanan gelek hêsan e, dibêjin bila tecrîd biqede. Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.”

Algunerhan da zanîn ku nêzikatiya xemsar a Ewropayê ya li hemberî pirsgirêka Kurd û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêrekiyê dide dewleta Tirk û wiha pêde çû, “Grevên birçîbûnê, encama pasîfbûna Ewropayê ne. Ez bang li parlamentoya Norweç û Wezareta Karê Derve ya Norweçê dikim, ji bo rakirina tecrîdê zext li dewleta Tirk bikin.”

BÊDENGIYA CÎHANA DERVE LI KURDÊN QEHREMAN XIYANET E

Siyasetmedarê ji Şîliyê Valida Cicen jî, di rojnameya Swêdê ya rojane ya bi navê Dala-Demokraten gotarek nivîsî û bêdengiya cîhana derve ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û tecrîdê bi gotinên tund rexne kirin. 

Cicen got, “Bêdengiya cîhana derve ya li hemberî Kurdên qehreman, xiyanet e. Nêzikatiyeke derveyî mirovatiyê ye ku cîhana derve piştgiriya pêwîst nade Kurdên ku terora DAÎŞ’ê qedandî.
Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku roj bi roj dihele, ji bo aştî, mafê mirovan û demokrasiyê têkoşîn dike. Ji bo dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê.

Cicen, bang li rayedarên Swêdê jî ku piştgirî bidin Kurdan û ji bo dawîlêanîna polîtîkayên faşîzane yên dewleta Tirk zextan lê bike.