Baydemîr: Ji bilî yekîtiya neteweyî rêyeke din nîne

Parlamenterê berê yê HDP'ê Osman Baydemîr li şeva piştgiriya bi Heyva Sor re axivî û got, "Li pêşiya Kurdan ji bilî yekîtiya neteweyî rêyeke din nîne."

Meclîsa Gelê Kurd a Readîngê ji bo piştgiriya bi Heyva Sor re şevek li dar xistin. Parlamenterê berê yê HDP'ê Osman Baydemîr, endamên Kobanê Hoûse ya ku ji aliyê komên antî-faşîst ve hatiye avakirin, dayikên şehîdan, nûnera Heyva Sor a Brîtanyayê parêzer Nejla Arî û gelek kes tevlî bûn. Li şevê standa Heyva Sor hate danîn, ala YPG'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Nejla Arî bi navê Heyva Sor axivî û diyar kir ku şeva piştgiriyê hem watedar e hem jî helwesta gelê Kurd a welatparêz nîşan dide.

'PIŞTGIRIYA BI RENGÊ SEFERBERIYÊ'

Arî got, "Gelê ku bi welatparêziyeke mezin bi 'piştevanî' û 'yekîtiyê' li ber hêzên barbar û paşverû radibe. Lê belê derfet kêm in, şert û merc zehmet in û ev hemû dibin sedema birînên mezin. Bi piştgiriya hev em dikarin bibin derman ji birîna gel re. Ev piştgirî dibe bersivek li dijî êrişên li hemberî rûmeta mirovahiyê."

Di şevê de Hozan Zeyna, Hozan Kawa, koma muzîkê ya Dengê Zîn a ser bi Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê derketin ser dikê.

BAYDEMÎR: JI BILÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ RÊYEKE DIN NÎNE

Parlamenterê berê yê HDP'ê Osman Baydemîr jî got, "Em daxwaza yekîtiyê ji partiyên xwe, ji pêşengên xwe dikin. Em daxwaza dîplomasiyeke hevpar dikin."

Baydemîr got, "Roj ne ew roj e ku em di nava xwe de şerê partîtiyê bikin. Divê em hesta neteweyî deynin pêşiya her tiştî. Ez bawer im ku em dikarin Kurdistana pîroz a di dil û mejiyê de xwe de bigihînin her devera cîhanê."

Baydemîr diyar kir ku eger partiyên Kurdistanî bibûna yek wê Erdogan nekarîbûya Rojava dagir bike û got, Ji bilî yekîtiya neteweyî ti rê li pêşiya Kurdan nîne."