Bang li Îngîltereyê hate kirin: Firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne!

Li Londrayê fûara herî mezin a çekan ya cîhanê ku du salan carekê tê lidarxistin roja Sêşemê dest pê dike. Fûara Ekîpmanên Ewlehiyê û Parastinê ya Navnetewî ev hefteyeke bi çalakiyên cûda tê protesto kirin.

Li paytexta Îngîltere Londrayê roja Sêşemê li Salona Pêşangeha Excel fûara çekan wê were lidarxistin. Ev hefteyeke bi çalakiyên cuda ev fûar tê protesto kirin. Duh Kurdan û dostên wan çalakî li dar xist û banga qedexekirina firotina çekan a ji bo dewleta Tirk kirin. Aktivîstên Kurd û dostên wan li pêşiya Salona Pêşangeha Excel kom bûn û bi pankartên “Li Kurdistanê zarok û jin bi çekên Îngîlîz tên qetilkirin haya we ji vê heye?” û “Ji bo Rojava rabe ser piyan” meşiyan. Hêzên ewlehiyê tevdîr girtin û destûr nedan meşê û mudaxeleyî girseyê kirin. Di rageşiya demkurt de çalakgerek hate destgîrkirin. Di çalakiyên ku ev hefteyeke didomin de hejmara kesên hatine destgîrkirin 100’î derbas kirin.

ÇEKÊN ÎNGÎLÎZ DI KOMKUJIYÊN LI KURDISTANÊ DE TÊNE BIKARANÎN

Tevî astengiya polîsan aktivîstan daxuyanî da çapemeniyê û banga qedexekirina firotina çekan a ji bo dewleta Tirk kirin û gotin ku li sê parçeyên Kurdistanê çekên we li dijî gelê Kurd tê bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk sed sal in li Kurdistanê komkujiyan dike û van komkujiyan jî bi çekên ku serî de Îngîlîz, Elman, Emerîka û deweletên Ewropa ku firotine pêk tîne.

SEROKÊ ŞAREDARIYA LONDRA: JI LONDRAYÊ DERBIKEVIN

Serokê şaredariya Partiya Karker a Londrayê Sadih Khan daxwaz kir ku bazirganên çekan ji Londarayê derbikevin û ji dîrektorê Fûara Ekîpmanên Ewlehî û Parastinê ya Navnetewî (DSEI) re name şand. Khan di nameyê de got Londrayî li dijî fûara çekan e û ew bi xwe jî li dijî fûarê ye û xwest ku fûar ji Londrayê were veguhestin.

Fûara çekan wê heta hefteya bê bidome û makîneyên kuştinê yên teknolojiya dawî werin pêşkêşkirin. Di nava vê demê de wê çalakiyên protestoyê jî bidomin.