Barana dijwar a ku piştî bahoza Borîs li Ewropaya Navîn û Rojhilatê wê pêk hatî, bandora xwe dewam dike. Di encamê de li Romanya û Polonyayê mirin hene, bi deh hezaran xanî bê elektrîk man û hin gund hatin valakirin. Slovakya, Macarîstan, Awusturya û Elmanya jî xwe ji bo lehiyê amade dikin.
Servîsên lezgîn ên Romanyayê, ragihandin ku di xebatên lêgerînê yên li Galatî de ku dikeve başûr-rojhilatê welêt û ji ber lehiyê nêzî 5 hezar avahî bandor bûne, cenazeyê 5 kesan dîtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber barana zêde lehî rabû" û li gelemperiya welêt bi giştî li 19 herêman bi sedan kes hatine xilaskirin.
Serokkomarê Romanyayê Klaus Iohannis got, "Li parzemîna Ewropayê ji ber bandora guherîna avhewayê, em bi encamên dramatik re rû bi rû ne. Ji bo pêşbîniya bûyerên dijwar ên hewayê û hişyarkirina gel divê em kapasîteya xwe xurt tir bikin."
Di encama barana dijwar a ku piştî bahoza Borîs li Polonyayê pêk hatî, rayedaran ragihandin ku di encama lehiyê de kesek miriye.
Li welatê cîran Çekya jî hat ragihandin ku 4 kes winda ne. Komara Çek 100 hezar agirkuj hatin seferberkirin. Hat diyar kirin ku tenê roja Înê ji ber lehiyê, ketina daran û bûyerên girêdayî wê 2.900 bûyer hatine qeydkirin. Li gorî Şîrketa CEZ’ê ya elektrîkê roja Înê nêzî 60 hezar avahî bê elektrîk mane.
Li paytexta Slovakya Bratîslavayê rewşa awarte hat ragihandin.
Hat ragihandin ku li bakur-rojhilatê Awusturya yê jî agirkujekî di dema mudexeleyên bûyera lehiyê de miriye.
Hefteya bihurî li Tîrolê di nîvê meha Îlonê de ku rewşeke îstîsnayî ye nêzî metreyek berf bariye.