AvEG-Kon û SKB’ê greva birçîbûnê dan destpêkirin

Endamên AvEG-Kon û SKB’ê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Federasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-Kon) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropa (SKB) li bajarê Koln ê Elmanyayê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê ya 5 rojan da destpêkirin. Greva birçîbûnê îro bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir û 13 kes beşdarî çalakiyê bûne. Endam û rêveberên AvEG-Kon û SKB’ê li qada herî qerebalix a bajarê Kolnê Altstadtê kon veda. Çalakger wê 5 rojan li konê ku hatî vedan bimînin.

DAXWAZ HER KESÎ ELEQEDAR DIKE’

Hevserokê AvEG-Kon’ê Bakî Selçûk ku beşdarî greva birçîbûnê bûye daxuyaniyek da çapemeniyê. Selçûk diyar kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dane destpêkirin û got; “Ji bo bersiva ji rejîma faşîst a ku Efrîn dagir kir û bajarên Bakurê Kurdistanê hilweşand me greva birçîbûnê da destpêkirin. Daxwaza Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê daxwazekî civakî ye û her kesî eleqedar dike.”

‘EM BIBIN DENGÊ ÇALAKGERAN’

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê Zeynep Dîren jî beşdarî çalakiyê bû û axivî. Dîren got; “Niha dibe ku hûn biçin hevdîtina ji bo kar. Yan jî hevdîtina bi hevalekî xwe re yan dibistan, kar, mal.  Dibe ku hûn derkevin bêhndanê jî. Lê ev jiyana we ya asayî didome Leyla Guven ev werzeke di greva birçîbûnê de ye hûn vêya dizanin. Agahiya we heye ku 7 hezar mirov bedena xwe ji birçîbûnê re razandiye. Bi şikandina tecrîda li hundir wê tecrîda ji derve jî were şikandin. Divê em deng bidin dengê bi hezaran mirovên di greva birçîbûnê de. Divê em daxwazên wan rabigihînin. Divê tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe. Divê dawî li tecrîda li girtîgehan û pêkanînên dijmirovahî were.”