Atîna: Tirkiye ji Somaliyê koçberan dibe Ewropayê

Meqamên Yewnanîstanê helwest nîşan da ji ber ku rejîma Enqerê vîzeyê dide welatiyên Somalî, wan pêşî tîne Stenbolê û piştre tîne Yewnanîstanê.

Wezîrê Koçberiyê yê Yewnanîstnaê Notîs Mîtarachî bi daxuyaniyeke çapameniyê de ragihand derdora 300 kesên ji Somalî diberiya bi demeke nêz bi balafiran hatine Tirkiyê û ji vir derbasî Yewnanîstanê bûne.

Wezîr şahidiya hin koçberên Somalî yên ku derbasî Yewnanîstanê bûne, ragihand û got di ser bûroyeke têkilî Tirk a Mogadîşûyê, her wiha di ser belgeyên zanîngeheke Tirk a li Mogadîşû û nexweşanê vîzeya ji bo Tirkiyê tê hêsankirin.

Mîtarachî got, ''Li Somalî di nav de Wezaretên Perwerdehiyê û wezaretên din jî, rayedarên Tirk koça ber bi Tirkiyê ve teşwîq dikin.''
Wezîr got, ''Aşkere ye ku li Tirkiyê ti rîsk li ser van mirovan nîne û ev welat dikare mafê îltîayê bide van. Tirkiye dema ku vîzeya seyahatê dide van koçberan tê dîtin ku hatine wan rehet dike û ev fikaran çêdike.''

Wezîrê Yewnan got, ''Somalî piştî ku bi balafiran têne Stenbolê, di kamyonetan de wan dibin cihên taybet ên bajêr, peravên Rojava yên Tirkiyê.''

Mîtarachî got ji 1'ê Mijdarê û vir ve ji 214 koçberan ku gişhaştine Lesbosê 142 jî Somalî ne.

Heftiya bihurî du ciwanên Somalî piştî ku ji Tirkiyê bi rê ketibûn di wê keştiyê de ku li peravên Lesbosê noq bûbû, xeniqîbûn. 32 Somalî ji hêla yekîneyên ewlehiya peravê ve hatibûn xilaskiribûn û ew biribûn Lesbosê.

Rêveberiya Atîna bi helwest e bi sedema ku rejîma Enqerê ji bo ku zextê li YE'yê bike pirsgirêka koçê dike amûr.