Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûr dişewitîne

Ji ber bomberbarana artêşa Tirk a dagirker li gelek gundan şewat derket. Welatiyên ku dixwazin bi derfetên xwe agir vemirînin ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk gundên Başûrê Kurdistanê dişewitîne. Beriya niha gundên Dergelê, Miska û Bazê yên Bala ya Berwarî hatibûn şewitandin. Ji 5’ê Tîrmehê ve gundên Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê yên Amêdiyê bombebaran dikin û dest bi şewitandina herêmê kirin.

Di encama hewldanên gelê herêmê duh agir beşeke şewatê hatibû kontrolkirin. Lê belê ji ber bombebaranên danê vê sibehê dîsa zevî şewitîn.

Şewata ku heta niha nehatiye vemirandin her ku diçe berfireh dibe. Gelê herêmê hewl dide mudaxaleyî şewatê bike lê hêzên PDK'ê nahêlin zêdetirî 5-6 kes biçin herêmê. Her wiha nahêlin wesayîtên agirkuj û yên avasaziyê mudaxeleyî şewatê bikin. Ji ber vê yekê şewata li herêmê lez û bez ber bi navenda gundan ve diçe û gav bi gav ber bi navenda bajêr ve diçe. Rayedarên PDK'ê tenê şewatê temaşe dikin û yên ku hewl didin mudaxaleyî şewatê bikin asteng dike.  Dema şewata li herêmê tê kontrolkirin, dewleta Tirk yekser wê herêmê dîsa bombebaran dike û şewat dîsa dest pê dike. Ya herî girîng jî bombebaran ji Girê Amêdiyê ku PDK û artêşa Tirk bi hev re lê ne, tê kirin.