ADGB’ê bi daxuyaniya nivîskî wiha got: ‘’Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê yên bi hevkariya PDK’ê û Hikûmeta Iraqê û erêkirina DYE û dewletên Ewropayê ku ji 17’ê Nisanê ve destpê kirine berdewam in. Bi êrîşên hewayî û ji erdê ve yên bi bikaranîna hemû derfetên teknîkî û bikaranîna çekên kîmyewî gelê sivîl tê qetilkirin. Niha êrîş ber bi Rojava û Şengalê ve berfireh dibe.’’
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya ji ber krîza siyasî û aborî neçar bûye, ne bi tenê êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê zêde dike, di heman demê de êrîşên xwe yên li ser karker, kedkaran û hemû bindestan jî zêde dike. Hem li êrîşên destgîrkirinê yên li ser HDP’ê û doza girtina wê dewam dike, hem jî cezayên wek xelat didin qatilên jinan. Yasayên sansurê derdixe, bi girtina rojnamevanan hewil dide ku bêdengî çêbibe. CHP, İyi Partî û hemû pêkhateyên dewletê dengê xwe ji van êrîşan re nake.
Bi êrîşên berfireh ên berdewam in hema bibêje du meh in li ber çavê temamê cîhanê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer tên kirin. Êrîşê cih û warê sivîlan dikin. Li ber van sûcên li dijî mirovahiyê rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî xwe ker dikin.
Di êrîşên dagirkeriyê yên Tifaqa faşîst a rû bi rûyê krîzeke siyasî ya mezin e de, ji ber berxwedana derasayî ya gerîla, gelek wendahiyên xwe hene û negihîştiye armanca xwe.
Dîktatoriya serayê ya faşîst ya ku nikare encam bigire bi belavkirina bera êrişên xwe ya ber bi Rojava ve hewl dide berfireh bike. Ji ber vê yekê niha Rojava di bin gefa êrîşên dagirkeriyê de ye.
Weke pêkhateyên ADGB’ê divê em bi dayîna vê têkoşînê li her derê dewleta Tirk teşhîr bikin. Em bang li hemû karkerên xwecihî û koçber û enternasyonalîstên li Ewropayê dijîn dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.
Em banga tevlêbûna meş û mîtînga ku wê 25’ê Hezîranê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Dusseldorfê bê lidarxistin dikin.
Em bi bilindkirina têkoşîna hevpar ji bo bidawîkirina êrîşên dagirkeriyê yên bloka faşîst a AKP-MHP’ê, li Dusseldorfê tên ba hev.
Wê mêtinger û dagirker têk biçin, gelên berxwedêr wê bi ser bikevin!”