ADGB: Ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê berê xwe bidin Frankfûrtê

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ragihand ku ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê ew ê li Frankfûrtê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ YA LI FRANKFÛRT

ADGB'ê ji bo pîrozkirina cejna berxwedanê Newrozê bang li gelan hemûyan, têkoşerên li dijî faşîzmê kir ku li Newroza navendî ya li Frankfûrtê li hev kom bibin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) daxuyaniyek weşand û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP ku keda gelan, kedkar û xizanan vediguherîne çekê, talanê û bi zext, tecrîd û zilmê cografya Tirkiye û Kurdistanê vediguherîne qada şer û girtîgehê, dojehê li gelan ferz dike.

Têkoşîna me ya hevpar a li her qadê ya li dijî vê yekê, berxwedan û hêza me ya bi hev re, di van rojan de ku Newroz nêzîk dibe hîn bêhtir dibe xwedî wate. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê tenê bi afirandina vî ruhê berxwedanê yê hevpar û mezinkirina tevna têkoşîna hevpar dikare bê lawazkirin. Zexta li ser gelan, operasyonên qirkirina siyasî, qeyûm, zextên li ser kedkaran, krîza aborî ya kûrbûyî tenê bi bilindkirina îradeya gel dikare bê lawazkirin.

Newroz jî yek ji wan xetên têkoşînê ye ku îradeya gel lê tê nîşandan. Newroz yek ji wan rojan e ku li dijî şer têkoşîna aştiyê û yekbûna gelan digihêje asta herî bilind. Li dijî yên ku bi sûcdariyên cuda hewl didin me ji hev cuda bikin, em her tim bi hev re li vê derê ne û vê yekê jî di Newrozê de nîşan didin. Weke saziyên şoreşger û sosyalîst ên li Ewropayê em bang dikin ku di Newrozan hemûyan de bibin yek, bi taybetî di Newroza li Frankfûrtê de berxwedanê hîn mezin bikin û bi vê armancê ji bo Newrozê seferber bibin."