ADGB, AVEG-KON û ATÎK'ê serdegirtinên li dijî çapemeniya Kurd şermezar kirin

ADGB, AVEG-KON û ATÎK'ê bi daxuyaniyên cuda, serdegirtin û binçavkirinên li ser çapemeniya Kurd a li Belçîka, Fransa û Tirkiyeyê şermezar kirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta polîsên Belçîkayê bi tundî şermezar kir û got, "Di van rojên ku dewleta Tirk li dijî Metîna di çarçoveya bazirganiya berjewendiyê qirêj êrîşa leşkerî pêk anî de, êrîşa li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê ji aliyê dewleta Belçîkayê ve, serdegirtina malên xebatkarên çapemeniya azad ên li Stenbol û Enqereyê û binçavkirina 9 xebatkarên çapemeniyê û binçavkirina 6 aktîvîstên siyasî yên Kurd ên li Fransayê ji aliyê dewleta Fransayê ve di heman şevê de, nîşan dide ku konsepta êrîşeke plankirî li qada neteweyî û navneteweyî ketiye meriyetê. Weke ADGB’ê em bang li hemû sazî û kesayetên alîgirê azadî, demokrasî û mafên mirovan ên li Ewropayê û bi taybetî gelê me dikin ku li dijî vê zilma bêhiqûqî ya li hember Stêrk TV û Medya Haber TV’yê ku dengê bi mîlyonan mirovî, çapemeniya azad û xebatkarên wê ne derkevin û li kêleka têkoşîna mafdar û rewa ya neteweya Kurd bend ava bikin."

Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê (AVEG-KON) got, "Gelekî zelal e ku dewleta Belçîka û mêtingeriya Tirk a faşîst di dijminatiya li gelê Kurd de bûne yek. Di vê dema ku êrîşên mêtingeriya faşîst ên li hemberî Metîna dewam dikin de, êrîşên polîsan ên li dijî studyoyên Belçîka Medya û Stêrk TV’yê nîşan didin ku li dijî gelê Kurd tifaq û danûstandinên qirêj hene."

AVEG-KON'ê di dawiyê de banga xwedîderketinê li karkerên koçber ên ji Tirkiye û Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn kir.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), jî bal kişand ser serdegirtinên heman rojê yên li Fransa, Belçîka û Tirkiyeyê û got, "Ev serdegirtin bi serdana Serokkomarê Elman Staînmeîer a li Tirkiyeyê re rasthatin ne tesadûfî ye. Ji dîrokê heta roja me ya îro, beriya operasyonên derveyî sînor, êrîşên li hundir û derveyî welêt, Komara Tirk a faşîst teqez ji welatên emperyalîst ên pê ve girêdayî bi taybetî Elmanya û Fransa destûr wergirtiye. Her dem di dema operasyonên bi vî rengî de bi serdanên wezîrên hevkar re serdegirtin pêk tên, ev yek ne tesedûfî ye.

ATÎK’ê destnîşan kir ku êrîşa li ser çapemeniya azad ku dengê têkoşîna azadiyê ya Kurd e û êrîşên li dijî Metîna piştî serdana Erdoganê faşîst ya li Iraq û Hewlêrê nîşan dide ku êrîş hê berfirehtir e û wê bidome û got, “Em careke din van êrîşên li ser saziyên çapemeniya Kurd û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Ewropayê dikin ku li hemberî van serdegirtinan hestyar bin. Em bang li hêzên demokratîk ên herêmî û koçber dikin ku bi çapemeniya azad a Kurd re hevgiriyê nîşan bidin."