‘Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşan dide’

Konferansa Em Cîhana Xwe Şûnde Dixwazin bi panelên ‘Ekosîstem’ û ‘Têkoşîna li hemberî Qirkirina Civakî’ didome. Di panelan de hate diyarkirin fikrên Abdullah Ocalan ji bo xweza û mirovahiyê dikare rizgariyê bîne, derket pêş.

Di din ronahiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêzekonferansên bi sernavên 'Em Cîhana xwe Şûnde Dixwazin', 'Li ber xwe bide, Bistîne û Ji nû ve Ava bike', 'Perwerdehiya Xweser Bike û Xwe Birêxistin Bikin' ên bi dirûşma 'Li dijî Modernîteya Kapîtalîst' tên lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Panel bi mijara 'Eko-sîstem' û 'Têkoşîna li dijî qirkirina civakî' hat lidarxistin. Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Necmettîn Turk, Prof. Harriet Friedman a ku analîzvana pergala xwarinê ye, Ekolojîst û çalakvana Mafên Jinan a Pakistanî Azra Talat Sayeed û Ekolojîst û Aktîvîsta Mafên Mirovan Dawide Grasso wekî axaftvan beşdar bûn.

Li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Xwendekarê Doktorayê Zanîngeha Hambûrgê Necmettîn Turk axivî û bal kişand ser kiryarên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li dijî erdnîgariya Kurdistanê. Turk da zanîn ku dewleta Tirk bi dehan sal in di bin navê pîşesazî û pêşketina Kurdistanê de xwezayê qir dike û destnîşan kir ku komkujiya li xwezayê veguheriye qezenca çend şîrket û dewlemendên Tirkiyeyê.

Turk bi bîr xist ku dewleta Tirk yekem dewlet e ku qebûl kiriye ku li Bakurê Kurdistanê di bin navê 'ewlehiyê' de ekosîstema çeman bi taybetî li herêmên sînor xera kiriye û got “Li cîhanê tu dewletê wisa bi awayekî fermî li vê qirkirinê mikur nehatiye.”

Turk diyar kir ku dewleta Tirk bi vî rengî hewl dide di navbera Kurdan de sînorekî ava bike û destnîşan kir ku ji bo valakirina herêmê û her wiha ji bo Rojhilata Navîn avê weke amûreke siyasî bikar bîne, dixwaze çandinî û sewalkariyê bi dawî bike.

Turk diyar kir ku di salên 1990’î de dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên xalîkirinan ji mirovan û qirkirinê yên li Kurdistanê bi şewitandina gundan pêk anî û got “Dewleta Tirk ji bo ku Kurdistanê vala bike û qadên jiyanê xera dike, mirovan dide koçkirin. Koçberiya ku bi şewitandina gundan dest pê kir û herî dawî jî piştî ragihandinên xwerêveberiyê, cihên wekî Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê hatin îmhakirin.

Necmedîn Turk, di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên gerîla de, bikaranîna sîstematîk a çekên kîmyewî jî nirxand û got, “Çiyayên Kurdistanê di heman demê de Kurdan li hemberî qirkirinê jî diparêze. Dewleta Tirk dixwaze civaka Kurd û axa Kurdan qir bike.”

Li aliyê din Ekolojîst û Aktîvîsta Mafên Mirovan Dawîde Grasso der barê xebatên xwe yên bi Rêveberiya Xweser a Rojava re têkildarî krîza avhewayê de agahî da û diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ên li dijî tinekirina pergala kapîtalîst dikare ji bo xwezayê bibe rêya rizgariyê û qala tecrubeyên xwe kir.

Grasoo destnîşan kir ku rêya felsefî û rewşenbîrî ya ku Abdullah Ocalan pêş xistiye, dikare bibe alternatîfa modernîteya kapîtalîst.

Grasoo da zanîn ku li dijî modernîteya kapîtalîst bi têkoşîneke hevpar a li derdora fikrên Abdullah Ocalan re dikare berxwedan pêk were.

Panel bi pirs û bersivan berdewam kir.