Abdulkerîm Omar: El Hol mîna bombeyeke li ber teqînê ye

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omar diyar kir, Kampa El Holê ku jin û zarokên DAÎŞ'iyan lê ne, mîna bombeyeke li ber teqînê ye.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omar di çarçoveya danûstandinên xwe de bi Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavîsto re rûnişt.

Di rojeva civînê de DAÎŞ'iyên welatiyên Fînlandiyayê yên li girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hevser û zarokên wan ên li kampa El Holê hebû.

Omar di hevdîtinê de ragihand ku rêveberiya demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê xwedî wan derfetan nîne ku bi tena serê xwe li çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehan dimînin û xizmên wan ên li kampa Holê binerin.

Omar ji Fînlandiyayê xwest ku DAÎŞ'iyên welatiyên wan û hevser û zarokên wan qebûl bike.

Piştî hevdîtinê Omar ji medya Fînlandiyayê re axivî û anî ziman, ji bo darizandina DAÎŞ'iyên di destê rêveberiya Rojava de ne agahî û delîlên pêwîst hatine komkirin.

'EM DIKARIN BÊJIN KU PAYTEXTA DAÎŞ'Ê DERBASÎ EL HOLÊ HATIYE KIRIN'

Omar bal kişand ser zor û zehmetiyên xwedîkirin û darizandina bi tena serê xwe ya DAÎŞ'iyan ji aliyê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Rewşa li Kampa El Holê gelekî nebaş e. Mirov dikarin bêjin ku paytexta DAÎŞ'ê derbasî wir bûye. El Hol mîna bombeyeke li ber teqînê ye."

Omar diyar kir ku ew plan dikin kesên tundrew ên li kampa El Holê derbasî cihekî cuda bikin û ji bo zarok jî tundrew nebin bişînin dibistanê. Omar got, "Eger zarok li Kampa El Hol mezin bibin wê ji bavê xwe xerabtir bibin terorîst."

Omar destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropa, welatên Ewropa û Fînlandiya destekê bidin rêveberiya Rojava.

PÊŞNIYARA JI BO AVAKIRINA DADGEHEKE HEVPAR

Omar anî ziman ku ji bo darizandina DAÎŞ'iyan wan pêşniyarek li Wezîrê Karên Derve Haavîsto kirin. Omar diyar kir ku DAÎŞ'iyên welatiyên Fînlandiyayê dikarin li dadgeheke ji aliyê rêveberiya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fînlandiyayê ve bê avakirin werin darizandin û got, "Wê hîn bi aqilane be ku rûniştinên vê yekê li Bakurê Sûriyeyê be. Li wê derê ispat û şahidên me hene."

Wezîrê Karên Derve Haavîsto jî anî ziman ku li ser mijarên di civînê de ya bi Omar re nirxandine wê şîroveyê neke.