AABK, wê bi rayedarên PE'yê re greva birçîbûnê gotûbêj bike

Rêveberên AABK li berxwedana Strasboûrgê xwedî derketin, bal kişandin ser giringiya têkoşîna hevpar û bêyî ku kesek bimire, xwestin ku çareseriyek were dîtin.

Rêveberê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê (AABK) Erdal Kiliçkaya, desteka da greva birçîbûnê ya Starasboûrgê ku ev 77 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û go ew ê mijarê bibin Parlamentoya Ewropayê.

Serokê duyem ê AABK'yê Erdal Kiliçkaya serdana greva birçîbûnê ya Strasboûrgê kir . Di serdanê de her wiha Serokê Herêma Bakur a Federasyona Yekîtiyên Elewî yên Fransayê (AABF) Muharrem Şahan û rêveber Velî Guneş jî hazir bûn.


DI HEVDÎTINÊ DE WÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û ZEXTA LI SER ELEWIYAN WERE GOTÛBÊJKIRIN

Dema serdanê Eral Kiliçkaya got Elewiyên Ewropayî 6'ê Adarê ew ê bi rayedarên Parlamentoya Ewropayê re, li Brûkselê hev bibînin. Kiliçkaya her wiha diyar kir piştî ku hev dîtin ew ê li ber PE'yê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, di hevditina wan de mijareke sereke wê grêvên birçîbûnê bin ku li Tirkiyê, Kurdistanê û gelek deverên cihanê didome û her wiha girtina nûnerên saziyên Elewî bin.

'TILIYA WE JÎ BIÊŞE EM Ê GELEKÎ PÊ BIÊŞIN'

Kiliçkaya got got ew bi Yuksel Koç re û gelek berxwedêrên greva birçîbûnê re gelek caran têkoşînên hevpar dane û got, ''Hêvî dikim, ji niha û pê de em bi hev re têbikoşin.''

Kiliçkaya diyar kir ,tiliya berxwedêran jî biêşe ew ê bi vê gelekî biêşin û got, ''Hêvî dikim di demeke nêz de çareseriyek were dîtin.''

'BI TECRÎDÊ RE ÊRÎŞÊN LI SER GELAN Û BAWERIYAN ZÊDE BÛNE'

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ji ber desteka saziyên Elewî ya ji bo wan kêfxweşiya xwe diyar kir û got şerê ku ne tenê Kurdan, Elewî, Asûr-Sûryan û gelên din jî dike hedef bi tecrîda li ser Ocalan re girantir bûye.

Koç diyar kir 14 çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê û hemû berxwedêrên din ên greva birçîbûnê ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan di grevê de ne û diyar kir, grevên birçîbûnê li gorî yên berê bûye xwedî karakterekî navnetewî. Koç bal kişande ser desteka li wan, di serî ya parlamenteran û got ji hêzên navnetewî yên ku komplo hazir kirine ti hêviya wan tine.

Koç got ew zorê dikin ku dewletên Ewropa yasayên xwe bi cih bînin û got, ''Bi têkoşîna xwe me ew yasayên ku ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin bi bîra wan xist''.

Koç bal kişande ser giringiya desteak gelên Ewropayê û xwest derdorên Elewî û Tirkiyeyî destekê bidin.