Şoreşgerên Gallerî destek dane Şîş

Gelek şoreşger û demokratên Gallerî ji bo destekê bidin Îmam Şîş ketin greva birçîbûnê ya 1 rojî.

Çalakiyên destekdayina li greva birçîbûnê ya Îmam Şîş, ku ev 72 roj in li Newportê ya Gallerê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan were rakirin, di greva birçîbûnê de ye, berfireh dibin.

Bi çarçoweya çalakiyên destekdayinê ya derdorên şoreşger û demokrat ên Gallerî, li herêmên cuda çalakiyên greva birçîbûnê hatin kirin. Komên bi navê Cardîff Anarchîst Network û Collectîve Cardîdd bang kirin ku ji bo destek dayinê greva biçîbûnê ya ji rojekê were krin, di serî de ji Gallerê ji gelek deverên cîhanê 40 kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Çalakgeran bi etîketên #Fast4Apo #YmprydApo peyamên xwe li ser medya civakî par ve kirin. Çalakgeran tîşortên bi nivîsa 'Em tecrîdê û faşîzmê bişkînin' ku bi zimanê Ingilîzî û Gallerî hatibûn nivîsîn, li xwe kirin.

JI GALLERÊ HETA BI ROJAVA

Hunermenda Gallerî Efa Supertramp û helbestkara femînîst a Gallerî Menna Elfy û gelek kes tevlî greva birçîbûnê bûn, her wiha ji Komuna Enernasyonal a Rojava jî 8 kes tevlî grevê bûn. Koma 8 kesî ya Komuna Enternasyonal ku destek dane çalakiyê, bi vîdeoyeke ku par ve kirin, diyar kirin ew destekê didin banga çalakiyê ya şoreşgerên Gallerî û destekê didine Îmam Şîş û hemû çalakgerên greva birçîbûnê. Çalakgeran gotin parastina Ocalan parastina Şoreşa Rojava ye.

'AZADIYA OCALAN PIR GIRÎNG E'

Colîn Noshworty ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi Îmam Şîş re di nav çalakiya destekdayinê de ye got, azadiya Ocalan bi girîngiyeke jiyanî ye.

Ji çalakgeran Catherîne Lamber jî got ew bêdengiya dewleta Tirk a li bara daxwaza wiha mirovî şermezar dike û bêyî azadbûna Ocalan aştî wê neyê.

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ: BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNIN

Koma bi navê Collectîve Cardîff a ku çalakî organîze kirî, bi daxuyaniyeke nivîskî got, tecrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan datîne binpêkirina hemû peymanên mafê mirovan ên navnetewî ye. Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin rewşa tendiristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê ketiye qonaxeke krîtîk, bang li CPT'yê û saziyên navnetewî kirin ku bi berpirsyariya xwe rabin.

'ENIYA BERXWEDANÊ GEŞ DIBE'

Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd a Gallarê jî got, ''Desteka dostên me yên Gallerî morel daye me'' û diyar kir eniya berxwedanê ya ku çalakgerên greva birçîbûnê vekirî her roj mezintir dibe.