BI DÎMEN

Şoreşgerê doza azadî û rastiyê: Seyît Evran

Ji çiyayên azad heta Bakur, ji Başûr heta Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, gav bi gav bi gelê xwe re li pey şopa heqîqetê bû. Rojnamevan û her wiha şagirtên Seyît Evran diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wî derkevin.

Kesekî Seyît Evran cara ewil nas nedikir, di kêliyên dan û satandina li gel Şehîd Seyît Evran de, hîs dikir ku bi salan e wî nas dike. Kêliya destpêkê mirov bi Şehîd Seyît re diket bîranîna bi salan. Di vegotinên bîranînên wî de her kesê ku ew guhdar dikir pê re di wan bîranînên çiyê de digeriya.

Bi despêkirina şoreşa Rojava re Seyît Evran jî yek ji kesên ku di wê demê de ji bo rastiya şoreşê ji tevahiya cîhanê re ragihîne, berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê. Ji bo wê hevrê Seyîd ji Efrînê heta Dêrîka Hemko, gund bi gund û gav bi gav nasdike. Xebata xwe ya rojnamevaniyê ,di despêka Şoreşê de û heta kêliyê şehadeta xwe neda sekinandin.

Di despêka avakirina Ragihandina Azad li Rojavayê Kurdistanê Seyît Evran tê de roleke mezin lîstibû. Ji 2011'an heta 22'ê Îlona 2023'yan, Seyît Evran ne tenê bi pênûs û kamereya xwe şer kir, her wiha şervan jî avakirin.  Îro jî şervanên şehîd Seyît Evran xwedî li mîrateya wî ya şopandina heqîqetê derdikevin û vê têkoşînê berdewam dikin.

Di yekemîn salvegera şehadeta rojnemevan Seyît Evran de, rojnemevanên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku perwerdeya Şehîd Seyît Evran wergirtine, helwest û hestên xwe di vê rojê de anîn ziman.

‘HEVRÊ SEYÎT EVRAN XWEDÎ HESTÊN DAGIRTÎ Û ZINDÎ BÛ’

Rojnemevan Lava Îbrahîm naskirina xwe û rojnemevan Seyît Evran anî ziman û wiha got, ''Min û hevrê Seyîd li Akademiya Şehîd Fayîq a Ragihandinê de hev nas kir. Dema mirov derbasî cihekî dibe demek divê ji bo mirov derdora xwe nas bike, lê heval Seyît ne wiha bû. Di kêliyên naskirina wî a despêkê mirov dibêje qey bi salane em hev nas dikin. Şanseke mezin bû ku min di wê Akademiyê de Heval Seyît nas kir. Ji ber ku hevrê Seyîd Evran kedên mezin dane, mirov nikare bi çend hevokan kesayeta wî rave bike. Lê milîtanê tevgera azadiyê bû û rojnemevanek şoreşger ku 53 salên xwe ji bo heqîqetê di vê dozê de feda kir.”

Îbrahîm, da zanîn ku hevrê Seyît Evran xwedî hestên dagirtî û zindî bû û wiha domand, “Ewqas bi hestên tejî behsa bîranînên xwe dikir, me digot qey em jî li wir pê re dijîn. Mînak em li bajarê Hesekê bana, behsa Efrînê û berxwedana li wir hatî raberkirin, dikir. Me jî xwe li Efrînê hîs dikir. Heval Seyît bi xwe jî li çar parçeyên Kurdistanê kar û xebatek mezin dabû meşandin. Û her tim tiştê ku ji xwe re esas digirt gel bû û her tim digot ku 'ji bîr nekin, em ji bo gelê xwe kar dikin.' Ji me re digot divê rojnemevan her dem di nava lêgerîn û dîtinê de be. Digot divê doz û daxwaza gelê xwe ji xwe re esas bigre. Gotin û pratîka wî yek bû. Hevrê Seyît di nameya xwe ya dawî de dibêje, ‘Hîna gelek tişt mabû, lê dem ewqas bû û ez dizanim ku hevalên li pey min mane, wê van xebatan bigihînin serî.’ Weke rojnamevan û şagirtên hevrê Seyît, em diyar dikin ku em ê xwedî li mîrateya wî û xebata ku nîvco li pey xwe hiştiye, bidomînin û bigihînin serketinê.” 

‘HEVRÊ SEYÎT NE TENÊ ROJNAMEVAN BÛ, HER WIHA ŞOREŞGER BÛ’

Nûçegihanê Ronahî TV’yê Zekeriya Şêxo, diyar kir ku ew li Efrînê tevlî perwerdeya ragihandinê bûye hevrê Seyît Evran naskiriye û wiha axivî, “Taybetmendiya hevrê Seyîd a ku ji bîra min naçe, hezkirina wî ya ji perwerdê re bû. Seyîd Evran ne tenê rojnemevan bû, her wiha şoreşerger bû û her tim dixwest civakê nasbike û lêkolîn bike. Hevrê Seyît Evran hafizeya çapemeniya Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Heval Seyît li ser rastiya PKK'ê diaxivî, fikir û felsefeya Rêber Apo bi kurahî di anî ziman. Seyît Evran bi taybetî ji bo rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sembol bû. Ji ber vê em ê jî weke rojnemevanên li ser vê xaka pîroz ê Kurdistanê dijîn, şopdarê Seyît Evran bin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA HEVRÊ SEYÎT BIDOMÎNIN’ 

Rojnemevan Nûr Hesen, jî anî ziman ku cara ewil ew hevrê Seyît li Akademiya Şehîd Fayîq a Ragihandinê naskiriye û wiha got, “Heval Seyît temenê xwe mezin bû, lê bi dilek ciwan nêzî ciwanan dibû. Her wiha ji me re qala kesayeta rojnemevanan û nêzîkatiyên wan di nav civakê de dikir. Divê fikira rojnemevan çi be çawa nêz bibe parve dikir. Di nava hevalên li Akademiyê de yê herî biçûk ez bûm. Heval Seyît her ji min re digot ku divê tu xwe pêş bixe, ji ber paşeroja te mezin e. Ev gotina wî her di bîra min de bû. Piştî ku em ji wê akademiyê derketin, bernameyek ê Gaziyên şer ket destê min û min tê de weke amadekar cihê xwe digirt. Di wir de min soza serketinê û pêkanîna erkên xwe ji nû ve da. Ez bendê bûm ku hevrê Seyît were bernameya ku min amadekiriye temaşe bike û bibîne lê nebû. Her çend şehadeta hevrê Seyît dilê me êşandibe jî, em vê êşê vediguherînin hêzê û diçin ser erka xwe. Em ê têkoşîna hevrê Seyît bidomînin.”