Şoreşa Rojava li Viyanayê bi festîvalê hat pîrozkirin

Salvegera 12’emîn a Şoraşa Rojava li Viyanayê bi festîvala kolanê hat pîrozkirin.

Li paytexta Avusturya Viyanayê festîvala kolanê ya ji bo 2 rojan tê lidarxistin. Roja ewil a bernameyê li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Festîval bi pêşengiya Feykom û Defend Kurdistan hat lidaraxistin. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Civaka Îslamiya Kurdistan (CIK), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Meclîsa Jinê ya Avesta bi vekirina standên xwe piştgirî dan.

Di axaftina vekirinê ya bernameyê de şervanên ku DAÎŞ’ê têk birin hatin silavkirin. Di axaftinê de îşaret bi berxwedana jinên Kurd hate kirin û wiha hate gotin: “Li Rojava li dijî pergala kapîtalîst alternatîfek derdikeve holê. Rojava ronahiya hêviyê ye.”

Di axaftina li ser navê PYD’ê de jî wiha hate gotin: “Şoreşa Rojava şoreşekî pîroz e, erka me ew e ku vê şoreşê bidomînin û rêya rast bigerin. Bi hezaran mirov bi saya felsefeta Rêber Apo li çar aliyên cîhanê şewq didin. Em ê bi ruhê Şoreşa Rojava Rêber Apo azad bikin.”

Li qunciekek festîvalê potreya şehîdan hate bi cih kirin. Li taxa ku bername lê hat lidarxistin kesên derdor eleqeyek mezin nîşanî quncika şehîdan kirin. Li festîvalê xwarin, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd, çenteyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û aksesuwarên çanda Kurdî jî hatin firotin. Di festîvalê de aktîvîteyên weke satranç, tawle û tenîsa maseyê cih girtin.

Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê hate xemilandin.

Festîval wê heta saetên dereng bidome. Roja festîvalê ya duyem wê sibê saet 15:00’an şûnde li Resselapprkê bê lidarxistin.