Şopên Fermandar Esmer

Fermandar Esmer di nav gelek hevrêyan de ku li Heftanînê nemir bûne rêwîtiya xwe didomîne. Hevrêyên wê bi bawerî û moralê Esmer li Heftanînê ber bi serfiraziyê ve dibezin.

Heval Esmer digot, ''Hevrêtiya nav PKK'ê ew e ku mirov beriya xwe li hevrêyê xwe bifikire, fedekariyê bike''. Di nav gelek lehenga de ku nemir bûne rêwîtiya xwe didomîne...

Ya ku jiyana gerîla watedar dike û weke xelekên zincîrê bi hev ve girêdide, bêguman ev hevrêtiya watedar e. Ji bo her kesî meraqeke mezin e; ''Gerîlayên azadiyê li serê çiyayan, di nav şertên giran ên sirûştê de, bi ser de di nav vî şerî giran de li dijî hêzên faşîst, mêtinger çawa li ber xwe dide, kana vîneke wiha ya bêserûber çiye?'' Tê gotin ciwaba wê ya sade û gewherî 'hevrêtî' ye. Hevrêtiya li nav PKK'ê rastiya jiyanê ye ku gewherê wê bi nirxên mezin hatiye tijekirin.

Dema ku mirov li ser hevrêtiya PKK'ê dinivisîne, divê mirov behsa heval Esmer bike ku min ew li Heftanînê nas kiribû û yek ji fermandarekî pêşeng e û şopa xwe li ser min hiştiye. Ew di nav navenda berxwedanê jineke esîl û jidil e. Esmera hevrêyên xwe ye.  Di vê serdemê de hemû cîhan dibe şahidê berxwedana bêhempa ya li gerîla ya li Heftanînê ya li dijî dewleta Tirk a faşîst. Bêhempa ye, ji ber ku li Heftanînê gav bi gav dastan tê nivîsîn. Cihekî wiha ye ku li gel teknîka tê bikaranîn, vîn,bawer û dilsoziya bi xakê rê nade dagirkeran, cihekî wiha ye ku dagirker wê têkçûna mezin bijîn. Cihekî wiha ye ku bi pêşengiya jinan wê berxwedan bi ser bikeve. Dergeha Esmer, Nûcan û Evînan e Heftanîn.

BI ESMER RE KÊLIYEKE BÊDAWÎ

Di nav berxwedana dîrokî ya Heftanînê de fedaiyên gelê Kurd, bi berxwedaniya dastanî nîşanî hemû cîhanê dan ku ji bo azadiya vî gelî heke hewce bike her gav dikarin xwe feda bikin. Berxwedana domdar, çi kesê dibîne û dibihîse bandorê li ser her kesî dike. Di şexsê fermandarên Cenga Heftanînê Esmer de, her şervanê azadiyê ku rê nade dagirkeran, nîşan didin ku ew di kêliyên têkoşînê de şoreşê  dijîn, di demên çalakiyê de bi bişirînên xwe, bi kelecaniya xwe ya di nav şertên dijwar de nîşan didin.  Ji 2019'an û vir ve di şerê mezin ê Heftanînê de bi hîskirina ku divê mirov bibe dengê her gerîlaYê azadiyê û her kêliya ku tê jiyîn li dîrokê qeeyda wê were kirin, kelecaniya xwe gihandina her kozikê helbet em dijiyan. Qada ku herî dawî em çûnê jî qada Şeşdarê ya Heftanînê bû ango qadeke stratejîk bû ku mê jê re 'mekanê jinan' digot. Yek ji wan mewziyan bû ku bi pêşengiya fermandereke jidil, heval Esmer de parastina wê dihate kirin.

TI CARAN MEWZIYAN BERNADIM

Piştî rêwîtiya domdirêj daxwaza hevdîtinê her ku diçû zêdetir dibû. Baranên biharê di saetên pêş ê nav rojê de xwe hazir dikirin ku cihê xwe ji wan stêrikan re bikin ku diçirisîn. Hewa tarî bûbû lê hê me kes nedidît. A rast ew li her deverê bûn lê de qey şiverêyan em westandibûn me xwe avêtibû bin darekê. Qada ku em bi pêş ve ûbûn, ji bo ku nêzî eniya şer bû li şûna ku em zêdetir bi pêş ve biçûna, me biryar li ser da ku li hêviya ronkahiyên nû yên rojê bin. Bi heval Siyajîn re em li cihê ku divê em bigihanê fikirîn û me xeyala wê dikir ku her stêrikek şervanekî diresmîne.

Wê gavê heval Esmer hate bîra min, jixwe fermandara mewziyên şer bû yê cihê ku em ê biçûna. Min careke dî dîtibû, heval nîv henekî gotin, ''Em ê te ji eniyê bistîni û bidin devereke dî, wê baştir be ku tu xebatên xwe ji wir bidomînî'', dema ku wiha hate gotin heval Esmer jî got, ''Ez qet mewziyan bernadim, divê li wir bim'', ev helwesta wê ya bi israr hate bîra min. Bi qasî ku briyardar bû, ew çend bi rengekî esîl û bi hezkirin dinerî. Li gel sermayê bi dilgermiya heval Esmer min dixwest ku xwe germ bikim û hê wê gavan û bi dengê heval Esmer ku digot, ''Heval'' ji cihê xwe pengizîm. Dibêjin, heke pir bixwazî bigihijî cihekî pêk tê an jî mirov bibêje hîskirina jinan, nizanim.

Lê bi vê rewşê re careke dî bûme şahid ku gerîla jiyaneke li derveyî ya normal dijîn. Piştî ku herdu alî hinekî şaş man dîsa em bi rê ketin. Me got, ''Tu ji kû têyî heval Esmer'', got serdana hevalên li mewziyên dî kiriye û niha jî diçe cem koma dî. Dema ku em bi hev re diçûn ji aliyekî ve jî ji bo ku bi me re eleqedar bibe hewl dida. Min jî digot divê ez vê hevalê ji nêz ve nas bikim.

Dema ku em gihan piştî ku bi çaya germ a gerîla hinavê me germ bû beriya ku em pê derxin ku bûye derengiya şevê me hewl dida ku em civatê bikin. Dîtina hevrêyeke wiha ku ev çend dilsozê  hevrêyên xwe ye, sedema bê ka PKK çima hêzeke têkneçûyî ye bi rengekî berbiçav radixist.

HEVRÊTIYA NAV PKK'Ê

Sîlsîleya ku dîtin pir berfireh û stratejîk bû. Heval Esmer jî bi vê hişmendiyê di rêxistinkirina hevalan de, di mewzîkirinê de têra xwe lê hûr bûbû û di kontrolkirinê de zîrek bû. Ji bilî van hevrêyê wê digot, ''Taybetmendiya sereke ya Heval Esmer ku hêzê dide hevrêyên xwe; ji kûr ve jiyana hevrêtiya PKK'ê û hîskirina wê bû'', di civatê de ya ku tevahiya şevê dom kiribû. Fermandareke gerîla bû ku hay jê hebû dewleta Tirk wê zêdetir bi ser wan de içe. Ji ber vê bû qet li cihê xwe nedisekinî, pê dizanî bê ka li kûderê divê çi were kirin.

Niha Esmera çiyan, ji diyarê berxwedanê, ji nav gelek lehengê nemir ji Heftanînê rêwîtiya xwe didomîne. Rê naqede. Li pey Esmera jina çiyayî Esmer hevrêyên wê dibêjin, ''Heval Esmer bi jiyan, bawerî û moralê xwe wê pêşengiya serfiraziya Cenga Heftanînê, azadiya Kurdistanê bike.''