Şîna Baggî li Dûîsbûrgê hat danîn

Şîna welatparêzê Kurd Lokman Baggî li DKTM ya li Dûîsbûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, hat danîn. Malbat û hevrêyên wî, yên ji bo sersaxiyê hatin pêşwazî kirin.

Şîn, bi axavtina Hevserokê DKTM’ê yê Dûîsbûrgê Yilmaz Ronî dest pê bû. Bi pişt re ji bo şehîdên Kurdistanê û Mamoste Lokman Baggî mewlûd hat xwendin.

Bavê pênc zarokan Lokman Baggî (54) li bajarê Essen ê Elmanyayê li 6’ê Îlonê li nexweşxaneya tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Lokman Baggî bi awayekê çalak cih di nava têkoşîna Kurd de girt. Li Komeleya Dûîsbûrgê bi salan tev li xebatan bû û bi pişt re mala xwe bar kir bajarê Mînden ê Elmanyayê.

Cenazeyê Lokman Baggî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat veşartin.