Şeva piştevaniyê ya ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê 10'ê Kanûnê li Londrayê ye

Şeva piştevaniyê ya ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê 10'ê Kanûnê wê li Londrayê were lidarxistin.

Şeva piştevaniyê ya ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ye ku xelekeke girîng a rêz û rêça çapemaniya azad e û bi dirûşma, ''rawesta li rastiyê'' weşana xwe didomîne, wê li Hêwana Dawetê ya Londra Prensesê were lidarxistin. Şev, 10'ê Kanûnê wê di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de pêk were û hunermend Emekçî, Suna Alan, Koma Sersî, Koroya Firaz Dag werin ser dikê. Her wiha siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî li şevê wê biaxive.

Afîşên ji bo şevê li çar aliyê Bakurê Londrayê hatin daleqandin. Mirov dikare bilêtan ji Navenda Civaka Kurd, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, GÎK-DER'ê û komeleyên herêmî peyda bike.

Komîteya Amadekar a şevê diyar kir rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ev 16 sla in dengê Kurdên li Ewropayê û hêzên demokrasiyê ye û got, ''Piştevaniya li Ozgur Polîtîkayê li dijî faşîzmê dengê azadiyê, li dijî yekrengiyê dengê pirrengiyê, li dijî zilmê dengê berxwedan, li dijî tarîtiyê dengê roniyê û li dijî bêdengiyê dengê azadiyê ye. Ozgur Polîtîka ku bi dirûşma ''rawesta li ser rastiyê'' weşana xwe didmîne, li ser rêça Enver Polat, Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Halîl Uysal û Mehmet Aksoyan temsîla xeta heqîqetê dike'' û bang li demokrat, rewşenbîr, pêşverû, hêzên şoreşgeran kir ku tevlî şeva piştevaniyê ya ji bo Yenî Ozgur Polîtîka bibin.