Şervanê YPG'ê yê Italî Orsettî li Floransayê tê bîranîn

Şervanên anarşîst ê Italî yê YPG'ê Lorenzo Orsettî ku di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûyî li Florasayê bi çalakiyan tê bîranîn.

Şervanên enternasyonal ê YPG'ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling ) ku 18'ê Adarê li Baxozê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûyî, cenazeyê wî 15'ê Hezîranê gihaştibû warê wî Floransayê.

Ji bo şervanên anarşîst ê ku di 30 saliya xwe de şehîd bûyî, tevahî rojê li  Floransayê plansaziya bernameyan hate kirin.

Organîzasyonên Kurd û Italî bang kirin ku her kes tevlî bernameyan bibe. Ji bo piştevaniya li Orsettî SMS'yek taybet hate sazkarkirin. Ji saet 10.00'an heta bi 20.00'an wê peyamên piştevaniyê werin şandin.

Her wiha wê xwendin werin kirin, wê dîmenên vîdeoyan û wêne û peyamên ku Orsettî ji hevrêyên xwe yên Rojava re şandî werin temaşekirin.

Saet 10.00'an li Pîazzaale delle Porte Sante ya San Mînîata wê bernameyeke bîranînê were kirin.

Piştre merasîma fermî saet 11.30'an wê dest pê bike, bernameya duyan saet 17.00'an wê dest pê bike.